17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Komeleya Mafên Mirovan -ÎHD

    Rapora binpêkirinên mafên mirovan ên li bajarên kurdan: 338 kes hatin kuştin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 30 0 0

    Şaxa ÎHDê ya Amedê rapora binpêkirinên mafên mirovan a di 6 mehên ewil ên sala 2017an ên li bajarên kurda eşkare kir û ragihand ku di 6 mehan de 338 kes jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat eşkerekirin ku di 6 mehan de 2 hezar û 709 kes hatine desteserkirin û 630 kes jî hatine girtin.

    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora binpêkirinên mafên mirovan a 6 mehên ewil ên sala 2017an ên li bajarên kurda eşkare kir.

    Serokê Şaxa İHDê yê Amedê Raci Bilici diyar kir ku piştî hewldana darbeyê bi ragihandina Rewşa Awarte, di mijarên hiqûq, demokrasî û mafên mirovan de texrîbatên mezin pêkhatine. Bilici anî ziman ku di 6 mehên sala 2017an bi KHK yan gelek binpêkirina mafên mirovan pêkhatîye û hejmara desteserkirin, girtî û serdanên şkenceyê zêde bûne.

    ‘338 KESA JİYANA XWE JI DEST DA'

    Li gorî raporê li bajarên kurdan di 6 mehan de bi tevahî 12 hezar û 503 caran binpêkirina mafên mirovan pêk hatine. Di naveroka raporê de ji binpêkirinên mafên mirovan ya di 6 mehan de wiha ne:

    * Di pevçûn, êrişên bombeyi, girtîgeh û teqînan de 338 kes jiyana xwe ji dest dan.

    * 2 hezar û 709 kes hatine desteserkirin û 630 kes jî hatin girtin.

    * 355 kes rastî şkenceyê hatin.

    * Di azadiya fikir û ramanan de 134 binpêkirin pêkhat.

    * Li girtîgehan 918 binpêkirin qewimî.

    Bi heman mijarî:

    Parêzvanên mafên mirovan ji bo girtinê şandin ber dadgehê
    Dadgeha Mafên Mirovan ji bo mexdûrên KHKyên Tirkiyê rê nîşan da
    Aktivîstê Mafên Mirovan Kabudwend serbest hat berdan
    Swêd derbarê mafên mirovan de rexneyên giran li Tirkiye kirin
    Komeleya Mafên Mirovan û Baroya Amedê: Haya me ji gundên Licê û Hênê nîn e
    Etîketan:
    mirov, maf, binpêkirin, Raci Bilici, Amed, Tikriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de