09:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    KESK-ŞAXA AMADÊ

    ‘Zêdetirî 4 hezar endamên KESKê ji kar hatin derxistin'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 143 0 0

    Sekreterê Tum Bel-Senê Yilmaz Yildirimci ragihand ku KHKê ya dawî 6 serokên şaxên sendikayên me û 572 endamê sendikaya me ji kar hatine derxistin. Herwiha endamên KESKê ku ji kar hatine derxistin jî ji 4 hezarî derbas bûn.

    Sendikaya Tum Bel-Sen ya girêdayî KESKê têkildarî ixrac û ji kar derxistinan li Amedê daxûyanî da. Sekreterê Tum Bel-Senê Yilmaz Yildirimci di daxûyanî da û anî ziman ku bi ragihandina Rewşa Awarte parlamanter, şaredar, parazvanên mafên mirovan, rojnamaven û rewşenbir jî di navde bi sedhezaran kes hatin desteserkirin, gelek sazî û komele jî hatin girtin. Yildirimci diyarkir ku kesên ku daxwaza mafên xwe dikin jî rastî neheqî û tadayîyan tên. Yildirimci bibîrxist ku di vê pêvajoyê de bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) gelek kedkar ji kar hatine derxistin.

    ‘JI 4 HEZARÎ ZÊDETIR ENDAMÊN KESKÊ JI KAR HATIN DERXISTIN'

    Yildirimci wiha berdewam kir: "Bi KHKê ya dawî 6 serokên şaxên sendikayên me û 572 endamê sendikaya me jî di navde bi hezaran kes ji kar hatin derxistin. Her wiha hejmara endamên sendikaya me ku ji kar hatin derxistin bû hezar û 60, endamên KESKê yên ku ji kar hatin derxistin jî derket ser 4 hezaran. Li ber van zor û zordarîyan me çog neda û em çog nedin jî. Hûn ji kar jî derxin û bigrin jî em teslîm nabin. Em ê li her deverên Tirkiyeyê tekoşîna xwe bilind bikin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji bo plana avakirina Kurdistanê Erdogan anîbûn ser kar’
    Hikûmeta Tirkiyê bi KHKyê zêdetirî 7 hezar kes ji kar avêtin
    Microsoft bi hezaran kes ji kar derdixe
    Qeyûmê Şaredariya Agiriyê 106 xebatkar ji kar derxistin
    Li Şaraderîya Wanê 60 karker ji kar hatin avêtin
    Etîketan:
    KESK, derxistin, kar, endam, Yilmaz Yildirimci, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de