02:04 22 Cotmeh 2017
Zindî
    polês-amed-operasyon

    Li Stenbolê operasyon: Biryara biçavkirina 168 kesî hat dayîn

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 56 0 0

    Bi sedema ku di nava rêxistina FETO/PDYê ya Uskudar û Umraniyê de cih girtine derheqê 168 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn.

    Li gorî zanyariyên berdest, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê bi sedema ku di nava rêxistina FETO/PDYê ya Uskudar û Umraniyê de cih girtine derheqê 168 kesî de biryara binçavkirinê da. Hêzên ewlehî Ji bo binçavkirinê operasyon dest pê kirin.

    Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Sûcên Darayî ya Stenbolê li hemberî endamên rêxistina FETO ku di nava wan de kesên ku bernameya ByLockê jî bi kar anîbûn hebûn operasyoneke hemdemî li dar xist. Di operasyonê de hinek gumanbar hatin binçavkirin.

    Di çarçoveya operasyonê de lêgerîna hêzên ewlehî li mal û kargehan didome û dibe hejmara kesên binçavkirî zêdetir bibe.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê êrîşî çayxaneyekê kirin
    Li Stenbolê metirsiya bombeyê
    Li Stenbolê li 32 navçeyan operasyon: 57 kes hatin binçavkirin
    Li Stenbolê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
    Li Stenbolê panîka bombeyê
    Etîketan:
    FETO/PDY, Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Sûcên Darayî ya Stenbolê, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de