00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Amerîkayê

    ‘Baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Rojava ne tiştekî veşartî ye'

    © AFP 2017/ JACK GUEZ
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 9901

    Gengeşiya navbera Tirkiye û Amerîka ku Ajansa Anadolê noqteyên baregehên leşkerî yên artêşa Amerîkayê li Rojava belav kiribûn zêde dibe.

    Berpirsên artêşa Amerîkayê ji bo cihên hesas û taqtîkî yên li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê deşîfre kirine bertekan nîşan didin. Lê li gorî pisporên leşkerî yên Tirkiyeyê tiştekî veşartî tineye ji bık u herkes wan cihan dizane.

    Pisporê ewlehî Abdullah Agar di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Kesên ku bixwazin û hinekî lêkolînê li ser bikin, bi hêsanî wan baregehên leşkerî yên Amerîkayê dê bibînin. Li gorî min nûçeya AAyê kêm e,li gorî ez dişopînim hejmara baregehên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê zêdetir in. Ez naxwazim cihên wan eşkere bikin, lê ez baş dizanim ku hejmara wan zêdetir e."

    Ji aliyê din ve generalê reqawitbûyî Armagan Kuloglu jî di axaftina xwe ya derbarê mijarê de ji Spûtnîkê re got: "Tirkiye rêxistineke ku ji xwe re wek tehdît bibîne naxwaze mezin bibe û herêmê bi dest bixe. Heke mijarê li gorî tehdîda ser Tirkiyeyê binirxînin mafê Tirkiyeyê heye ku wan baregeha deşîfre bike û ev tiştekî xwezayî ye."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê HSDê: Amerîka li Rojava navendeke din a leşkerî ava dike
    ‘Erebîstana Siûdî bê Rojava li Kendavê nikare tiştekî bike’
    Heta niha Amerîkayê 7 baregehên leşkerî li Rojava vekirine
    HSDê taxên rojava dorpêç kirin, DAIŞ jî êrişî noqteyên kontrolê dike
    Brett McGurk bi YPGê re li Rojava hevdîtin pêk tîne
    Erdogan: Dibe em operasyoneke leşkerî li Rojava pêk bînin
    Etîketan:
    Deşîfrebûna baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Rojava, Armagan Kuloglu, Abdullah Agar, Rojava, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de