17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Penaberên sûriyeyî

    Encamên anketê diyar bûn: Penaberên sûriyeyî pêşeroja xwe li Tirkiyeyê dibînin

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Li gorî encamên anketa Weqfa Pêşveçûn a Însanî û IPSOSê ji sedî 52yê penaberên sûriyeyî ku li Tirkiyeyê dijîn wî welatî ji xwe re wekî pêşeroj dibînin.

    Li gorî encamên anketa Weqfa Pêşveçûn a Însanî û IPSOSê ji sedî 52yê penaberên sûriyeyî ku li Tirkiyeyê dijîn wî welatî ji xwe re wekî pêşeroj dibînin û ji sedî 64ê penaberan bo pêşerojê geşbînin.

    Di berdewamiya lêkolînê de derket holê ku ji sedî 74ê penaberên sûriyeyî li Tirkiyeyê daxwaza hemwelatîbûnê dikin, ji sedî 70 jî bi zimanê Tirkî nizanin û rêjeya penaberên bi qeydî an bê qeydî ku dixebitin jî ji sedî 31 e.

    Rêjeya sûriyeyiyên ku dibêjin derfeta min hebe ez ê herim welatekî Ewropa ji sedî 42, yên ku dibêjin em ji Tirkiyeyê naçin jî ji sedî 44 e. Yên ku dibêjin em dixwazin zarokên min li Tirkiyeyê jiyana xwe bidomînin û pêşeroja wan li vir e ji sedî 52 e. Mezibûna malbatên tirkiyeyî 3.5 e, lê li gorî lêkolînê maweyê mezinbûna malbatên sûriyeyî 6.2 du qatên Tirkiyeyê ye.

    Bi heman mijarî:

    Muxalifê sûriyeyî: Em li Cenev 7ê pêvajoya siyasî muzakere dikin
    Li Tirkiyeyê hezar û 660 zarokên sûriyeyî windayî ne
    Jina ducanî ya Sûriyeyî piştî tecawizê tevî zaroka 10 mehî hat kuştin
    Rûsya: Grûbên sûriyeyî ji bo bombebaranê meşru bikin amadehiya êrişên kîmyewî dikin
    Serokwezîrê Tirkiyeyê Yildirim sûriyeyî hişyar kirin
    Li Amedê pereyên ku li ser parsekê sûriyeyî derket herkes şaş kir
    Etîketan:
    Rêjeya penaberên sûriyeyî li Tirkiyeyê, IPSOS, Weqfa Pêşveçûn a Însanî, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de