20:35 24 Îlon 2017
Zindî
    HDP

    HDPê ‘Deklerasyona Têkoşîna Hevpar' eşkere kir

    © AFP 2017/ OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4510

    HPDê li bajarê Stenbolê bi mîtîgek ‘Deklerasyona Têkoşîna Hevpar' eşkere kir û di deklerasyonê de, "Em bi awayekî vekîrî bang li hemû beşên civakê dikin; Em nerawestin! Em ê Faşîzmê rawestînîn."

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Partiya Demokaratîk a Gelan (HDP), li Praka Abasaga a Beşîktaşê bi dirûşma "Em nerawestin, bêjîn raweste" mîtîng lidar xist. Di mîtîngê de "Deklerasyona Çareseriya Demokratîk" a bi sernavê "Em banga têkoşîna hevpar dikin" hate eşkerekirin.

    "Bandorên kirîzên leşkerî, çandî, aborî û siyasî yên kûr ku li Rojhilata Navîn tên jiyandin, ecamên wê guherînên mezin li ser herêmê dike, kirîza ku bi têkoşîna li Iraqê re destpê kir û ku li Sûriyeyê xwe da der, bûye cihê ceribandinên hêzê yên gerdûnî.

    ‘PÊKHATEYÊN YEKPARÊZÎ MIKARIN HEBÛNA XWE BIDOMÎNIN'

    Dîktator û pêkhateyên yek miletparêzî yên ku êdî nikarin hebûna xwe li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn a di warê civakî de pir rengî û dewlemendî bidomînin, li hemberî têkoşîna hevpar a gelan û dînamîkên azadiyê, li dijî daxwazên veguherîna civakê her roja ku diçe dikeve rewşa bê hêziyê. Ev rewş di haman demê de ji bo gelên hejar dibe fersendên nû û vebijêrkên çareseriyê derkeve holê.

    ‘ERDOGAN Û AKP BLOKA ŞER BI HÊZ DIKE'

    "Tirkiye ya ku ji hemû bûyerên li Rojahiata Navîn diqewimin di aliyê civakî û pêşketinên siyasî yên jiyanê de bandor dibe, li ser vê herêmê li şûna çareseriyekî aştiyane bişopîne, ji ber hevesa hêza herêmê, Erdogan-AKP'ê bloka şer bi hêz dike, şer belav dike. Li ser van polîtîkayan hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne. Ji van polîtîkayên bêhişiyê gelên Tirkiyeyê nerênî bandor dike."

    ‘DERIYÊN XWE JI MUXALEFET Û DEMOKRASIYÊ RE GIRTIN'

    "Rejîma Erdogan-AKPê ya ku di 15emîn sala desthilatdariya xwe de ye, dixwaze desthilatdariya xwe ya yekparêz-hişk bike. Desthilatdariya Erdogan-AKPê di nava polîtîkaya şer a li Sûriyeyê dişopîne, vê di nav xweyî de jî didomîne. Mutabakata Dolmabahçeyê ya ku bûyî hêviya aştiyê ya gelan û hilbijartina 7ê Hezîranê jî ji nedîtî ve hat, li dijî gelê Kurd Plana Rizandinê xiste dewreyê bû yekem zilamê ku welat xiste rewşa îro ya em têde dijîn."

    "Koalîsyona AKP-MHPê ya ku xwe spart Destûra Bingehîn a 16ê Nîsanê ku ti meşrûtyeta wê nîne, deriyê xwe ji hêzên muxalefet- demokratan re girt, jiyana gelen a demokrat ji holê rakirine."

    ‘EM NERAWESTIN; BI HEV RE BIGUHERÎN'

    "Îro li Tirkiyeyê faşîzim tê bisazîkirin. Her ku diçe dewlet dibe partîbûn û her biryar ji aliyê yek kesî ve tê dayîn. Meclîs hatiye bêbandorkirin. Serbixwe û bêalîbûna darazê tine ye. Mafê mirovan ê gerdûnî û azadî êdî ji me dûr ketiye. Desthilat di Rewşa Awarte û BHQ'ê birêve dibe."

    "Muxalefeta demokratîk û siyaset di bin gefên giran de ye. Kesên dengên cuda derdixin tên girtin, mudaxelekirina li ser jiyana mirovan zêde bûye, mafê kedkaran tên xwarin. Mafê peywendîkirin û azadiya ragihandinê tê binpêkirin. Bi şidet û zoriyê têkoşîna azadiya jinê tê astengkirin. Li dijî gelê Kurd êrîş û polîtîkayên qirker didomin; pêkanînekî qirker û çandî tê meşandin."

    ‘TEQEZ EM BI SER KEVIN'

    Hedefa herî bingehîn a faşzîmê; tunekirina ruhê berxwedanê û hêviya hatiye bidestxistine. Li dijî vê hişmendiyê bi sirûda "Bi Teqez Em ê Bi Ser Bikevin' bang têkoşînê li hemû beşên civakê, edalet, demokrasî, azadî û aştiyê dikin… Em bi hev re dikarin bi ser bikevin, têkoşîna heyî bilind bikin, ji bo siberoja xwe ya hevpar û wekhev ava bikin, em dikarin gavê bi hêz bi hev re bavêjin.

    "Têkoşîna demokrasiyê ya edaleta civakî ji bo her kesê dike hedef ku me bi hêviyê digihîne siberojê. Cesareta têkoşînê, vîna rastiya derdixe holê wê siberojekî hevpar û wekhev ava bike."
    Têkoşîna redîkal a me ya ku wê jiyanekî nû bide avakirin; wê ne tenê rejîma zextker ji holê rake, wê di heman demê de ji bo avakirina komara demokratîk a xeyalê sed salane jî bibe gavek.

    Bi hişmendiya demokrasiya pir rengî û beşdariyê ya ku newekheviya siyasî û di her astê de dike hedef;

    ‘HIŞMENDIYA DEMOKRASIYÊ DÊ NASNAMEYÊN OLÎ Û ZAYENDÎ NASBIKE'

    "Bi hişmendiya demokrasiya muzakereyî ya ku her cure kêmnetew, nasnameyên cihê yên olî û zayendî nas dike;

    Bi hişmendiya demokrasiyê ya wekhev ku li dijî hejarî, newekheviya paşverû, bêkarî, newekheviya herêmî û mêtîngeriyê li xwe digire banga têkoşîn li hemû beşên civak dikin ku li dijî êrîşên pir alî yên desthilatê dikin ku bêjin rawest e, bi lezgînî li dorî daxwazên demokrasiyê têkoşnê bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Ji bo 2 parlamentarên HDPê biryara girtinê hat derxistin
    Dadgehê salek û 3 meh cezayê hepse li parlamneterê HDPê birî
    2 rayedarê HDPê hatin girtin
    Navenda HDPê: Referanduma serxwebûna Kurdistanê mafekî meşru û demokratîk e
    Dadgehê cezayê Parlamentera HDPê erê kir
    Etîketan:
    deklerasyon, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de