12:41 25 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan bi Serokomarê Îsraîlê re hevdîtin pêk anî

    © AP Photo/ Burhan Özbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di derbarê aloziya Mescîd-î Aksa ya li Qudsê bi rêya telefonê bi Serokomarê Îsraîlî Reûven Rîvlîn re hevdîtin pêk anî

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariya Tirkiyeyê hatin bidestxistin, Serokomar Erdogan xemgîniya xwe yê bûyerên ku li Harem-i Şerifê di 14 Temuzê de rû dabûn û di encamê de ku mirî û birîndar çêbibûn aniye ziman û ti car tundiyê teswîp nakin.

    Hate eşkerekirin ku Erdogan daxwaz kiriye ku rêzê li statuya dîrokî û cihên olî bên girtin û di çerçoveya azadiya olî de divê misilman bê sînor bikevin Mescîd-î Aksayê. Herwiha Erdogan da zanîn ku têketina Harem-i Şerif bo alema Îslamê cihekî girîng digire. Kontrola leşkerên Îsraîlê bi dedektorên metale ya li têketinê de divê bê ragirin û dawî li aloziya li herêmê were anîn.

    Serokomarê Îsraîlê Rîvlîn jî diyar kiriye ku tevdîr ji bo ewlehiyê hatine girtin û tu guhertin di statuya Harem-i Şerif de çênebûye û dê çênebejî û pêbaweriyê di mijara azadiya olî de dê ti sînordarkirin pêk neye daye.

    Bi heman mijarî:

    Ji xeyrî Erdogan serokekekî din jî ji bo serokomariyê namzediya xwe eşkere kir
    ‘Ji bo plana avakirina Kurdistanê Erdogan anîbûn ser kar’
    Kompaniya Almanî bersiv da Erdogan: Bi tîşortekî tank xera nabe
    Baydemir bo Erdogan: Serxwebûn bo te çima ferz e, lê bo kurdan wê ne ferz be
    Erdogan: Navê dijminan bêjim, emê rûbirûyî krîzeke gelekî cidî ya navnetewî bibin
    Etîketan:
    hevdîtin, Reûven Rîvlîn, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de