08:41 23 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Tirkiyeyê - Tengava Stenbolê

    Tirkiye bersiv da Amerîkayê: Ajansa Anadoluyê dikare mijara nûçeyan ji xwe re hilbijêre

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Ibrahim Kalin ragihand ku wan agahiyên derbarê baregeyên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyeyê nedane çapameniyê.

    Ibrahim Kalin destnîşan kir ku hikumeta Tirkiyeyê ti agahiyên di derbarê cîhên baregeyên leşkerî yên Amerîkayê li ser axa Sûriyeyê nedane Ajansa Anadoluyê ya fermî, ajansê bi xwe agahiyên navborî çêkirine.

    Doh nûnerê Pentagonê Erîk Pexon ji ajansa RÎA Novostî re ragihand kû Pentagon bi weşandina agahiyên derbarê bicîhkirina baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyeyê bifikar in û diyar kir ku ev di tekoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê dikare zararê bide hereketên koalîsiyona Amerîkayê. Doh Ajansa Anadolu danayên bicîhkirina baregeyên leşkerî yên Amerîkayê li ser axa Sûriyeyê belev kiribû.

    ‘EW DIKARIN MIJARÊN NÛÇEYAN JI XWE RE HILBIJÊRIN

    Kalin li Enqerê di civîneke çapemeniyê de got: `Nûçeya han Ajansa Anadolu bi xwe çêkiriye. Ew wek ajansa nûçeyan dikare vê mijarê ji xwe re hilbjêre. Niyêta me ya pêkanîna gavên bi vî rengî ku zerarê bidin ewlehiya hevkarên me tine ne`. Pêwendiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê ji ber biryara Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ya biçekkirina kurdên Sûriyeyê yên li hember koma terorîst a DAIŞê tekoşînê dikin, xirav bibûn. Li gor pozîsiyona fermî ya Tirkiyeyê hêzên kurdan yên li Sûriyeyê bi PKK ê ve girêdayîne.

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Ji bo her kesê alman ku serdana Tirkiyeyê bike risk heye
    Ebadî bangî Tirkiyeyê kir: Hêzên xwe ji axa me vekişînin
    Amerîka Tirkiyeyê şermezar kir û got: Girtiyan serbest berdin
    Rosoboronexport: Me bi Tirkiyeyê re li hev kir
    Wezîrê Dadê Bozdag hejmara girtiyên Tirkiyeyê eşkere kir
    Li Tirkiyeyê rewşa awarte hat dirêjkirin
    Etîketan:
    mijar, baregeh, nûçe, bersiv, Ibrahim Kalin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de