08:03 24 Îlon 2017
Zindî
    Polîs-polês-mudexale-çalakî-protesto-amed-desteserkirin

    Li Edeneyê berpirsê bajêr ê DAIŞê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Polîsên ewlehî li Edeneyê bi tohmeta ku têkildarî rêxistina terorîst a DAIŞê ne 5 kes binçav kirin. Li gorî agahiyan emîrê DAIŞê yê Edeneyê Ebûbekir Manaz jî di nav binçavkiriyan de ye.

    Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror ên Midûriyeta Ewlehî ya Edeneyê li navçeya Seyhanê bi ser 10 navnîşanan de girt. Di operasyona hêzên ewlehî de Ebûbekir Manazê ku wek ‘emîrê Edene yê DAIŞê' tê zanîn jî di nav de Abdulkerim Urek, Ali Yosunkaya, Mehmet Ali Akkoyun û Devran Aksu ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin.

    Hat ragihandin ku endamên DAIŞê li Quran qursiyan propagandeya rêxistinê dikirin û bi wî awayî endam ji DAIŞê re berhev dikirin. Kesên binçavkirî piştî qedandina karê Midûriyeta Ewlehî sewkî dadgehê kirin. Li dadgehê Ebûbekir Manaz, Abdulkerim Urek, Ali Yosunkaya û Mehmet Ali Akkoyun hatin girtin û Devran Ersu jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

    Bi heman mijarî:

    40 fermandarên DAIŞê bi rêya qaçaxî reviyan
    DAIŞê mayin di berhemên dîrokî yên li Rûsafayê de bicih kirine
    Wesayîtên Mad Maxê yên DAIŞê li Mûsilê hatin pêşandin
    YPG: Li Reqayê pişta DAIŞê hat şkandin
    DAIŞê êrişî gundekî Kerkûkê kir: 5 kuştî
    Etîketan:
    5 endamên DAIŞê hatin binçavkirin, Li Edeneyê operasyon, Mehmet Ali Akkoyun, Ali Yosunkaya, Abdulkerim Urek, Ebûbekir Manaz, Edene, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de