23:09 20 Îlon 2017
Zindî
    Şewat

    Febrîqeya bavê xwe şewitand û bi weşana zindî pê da temaşekirin

    © AFP 2017/ AMINU ABUBAKAR
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 57 0 0

    Li taxa Hacieyuplu ya navçeya navendî ya Denizliyê Tolga Ertenê 24 salî febrîqeya bavê xwe şewitand û paşî bi weşana zindî pê da temaşekirin.

    Tolga Ertenê 24 salî şevê din seet li dora 22.00 bi bîdonek benzin çû febrîqeya bavê xwe Hayri Erten û bi telefonê lê geriya. Tolga Ertenê ku madeyên hişbir jî bi kar tînê benzîn li derdorê reşand û agir pê ve danî, di demeke kin de rêviyên agir bilind bûn û paşî bi WhatsAppê li bavê xwe geriya û şewata febrîqeyê bi zindî pê da temaşekirin.

    ​Li ser ixbara Hayri Erten hêzên ewlehî û 40 wesayîtên agirkuj ên Şaredariya Bajarê Mêzîn a Denizliyê çûne cihê bûyerê. Piştî ku agir hate tefandin Tolga Erten ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin. Tîmên agirkuj di nava 3 seetan de bi zor agir tefandin.

    Febrîqe bi temamî şewitî. Li gorî pisporan li febrîqeyê derdora 3 milyon lirayê tirk zirar hatiye meydanê.

    Bi heman mijarî:

    Di wargeha ku koçber lê diman de şewat derket
    Li Romayê şewat derket
    Li Qereqoleke Geverê şewat derket
    Li Edeneyê di qawîşa zarokan de şewat derket
    Li Otelê şewat derket: 10 kes jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    Febrîqeya bavê xwe şewitand û paşî pê da temaşekirin, Hayri Erten, Tolga Erten, Denizlî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de