01:27 20 Tebax 2017
Zindî
    selahattin demirtaş

    Demirtaş rêjeya dengê partiya xwe eşkere kir

    © Sputnik/ Alexey Kudenko
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 12810

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ragihand ku dengê partiya wî di navbera sedî 13-14an de ne. Demirtaş eşkere kir ku ji bo edaletê jî divê civak bi hev re tevbigere, "Em ne di wê hewlê de ne ku hevebdiyeka siyasî bi CHPê re pêk bînin. Lê ji bo edalet û demokrastiyê em dê ji lihevkirineke civakî re nebêjin, na"

    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê girtiye bi rêya parêzerên xwe nivîskî bersiva pişen ajansa Reutersê da û di derbarê Meşa Edaletê, hilbijartina sala 2019an, rewşa girtina parlamenterên HDPê nirxand.

    ‘EM NE DI WÊ HEWLÊ DE NE KU HEVEBDIYEJA SIYASÎ BI CHPê RE DEYNIN'

    Li ser "meşa edaletê" ya Kiliçdarogluyî piştî girtina parlementerê CHPê Enis Berberogluyî pêk anîbû, Demîrtaşî wiha got:

    "Divê tevahiya civatê ji bo edaletê tevbigere. Pêwîst e ku hemû alîgirên demokrasî û edaletê — çi di nava parlementoyê de çi li derveyî wê — hevkariyê bikin û ji bo berjewndiyên hevpar ên civata Tirkiyeyê werin ba hev. Em ne di wê hewlê de ne ku hevebdiyeka siyasî bi CHPê re pêk bînin. Lê ji bo edalet û demokrastiyê em dê ji lihevkirineke civakî re nebêjin, na".

    Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay û Hevserokê Berê yê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk ku dihesibe yek ji pêşengên tevgera kurdî jî beşdarî "meşa edaletê" bûbûn.

    "DIVÊ BLOKA NAYÊ, BIBE BLOKA DEMOKRASIYÊ"

    Ji aliyê din ve, pirsek ji Demirtaşî hat kirin bê ihtimal heye ku berî hilbijartina serokatiya ya 2019an, hilbijartineke pêşwext pêk were yan na û herwiha hat pirsîn bê divê eniya "na"yê çi bike. Hevserokê HDPê demîrtaşî li ser vê pirsyarê wiha got:

    Helbet ihtimal heye ku hilbijartinê demekê bînin bi pêş de. Lê dîsa jî eger bloka "na"yê ya referandûmê berfireh bibe û bibe blokeke demokrastiyê, ew tişt dê roleke sûdmend di siberoja Tirkiyeyê de bilîze."

    ‘DENGÊ HDPê DI NAVBERA SEDÎ 13-14AN DE NE

    Demirtaş eşkere kir ku axaftina di derbarê namzed an jî namzedên ku li hemberî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hêj zû ye û teqez kir ku HDPê di bin bendavê de namîne û li gorî anketên ku dane çêkirin dengên wan di navbera sedî 13-14an de derdikevin.

    ‘HDP DÊ JI BO MIJARA AŞTIYÊ DEKLARASYONEKE BIWEŞÎNE'

    Demirtaş bersiva di derbarê banga amadekariya plana aştiyê k udi peyama xwe yê bo kongreya HDPê di meha Gulanê de hatibû kirin, şandibû da û got:

    "Di heyama ku demokrasi hatiye rewastandin û aştî di bin piyan de, plana têkoşîna aştiyê û bernameyeke gavê were amadekirin pir girîng e. Ez bawerim ku HDP di rojên beriya me de di derbarê vê mijarê de dê deklarasyoneke biweşîne."

    Divê çerçoveyê de HDPê dê sibê bi armanca çareseriya pirsgirekên bingehîn ên li Tirkiyeyê ‘Deklarasyona Têkoşîna Demokrasiyê' li bajarê Stenbolê ragihîne.

    ‘DI NAVBERA HDPê Û AKPê DE HEVDÎTIN TINE NE'

    Demirtaş li ser pirsa hûn bi AKPê re gelo ti hevdîtinan dikin û pêvajoya çereserî ya nû dê destpê bike an ne de got:

    Bi ti awayî di navbera HDPê û AKPê de hevdîtin tine ne. Aliyê kurdan her dem bo muzakereyên aştiyê amade ne. Lê mixabin Erdogan û hikûmeta AKPê bikaranîna peyva ‘pêvajoya çareseriyê' di partiya xwe de qedexe kirin."

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş di derbarê meşa edaletê de peyam şand
    DMMEyê ji bo Demirtaş û parlamenterên girtî parastin ji Tirkiyeyê daxwaz kir
    Dadgehê di doza Yasîn Boru de Demirtaş kir bersûcê tawanê
    Baydemir: Demirtaş bi fermana Wezareta Dadê ya 'nepen' hat girtin
    Etîketan:
    demokrasî, kurd, hevdîtin, Reuters, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de