03:57 21 Tebax 2017
Zindî
    Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

    Di navbera du malbatan de şer derket: Kesek hat kuştin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Li navçeya Belkîsê ya bajarê Dîlokê di navbera du malbatan de şer derket û encama şer de jî kesek hat kuştin.

    Li gorî ragihandinan dema Ahmet S. li ber derê mala xwe ya li Taxa Belkisê rûniştî bû, Hakan K. bi motorsikletê ji ber bi lez derbas bû, li ser vê Ahmet S. bi Hakan K.(16) re şer kir; lê welatiyên derdorê ketin navberê û ew ji hev du kirin.

    Hakan K. ku ji bûyerê malbata xwe haydar kir, malbata wî girtin ser mala Ahmet S. û di navbera herdu malbatan de şer derket.

    Di şerî de Ahmet S. bi kêran birîndar bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Bêlqîsê, digel hemû midexeleyan mir.

    Tîmên Rêveberiya Ewlehiya Navçeyê, Mehmet K, Hakan K. û Abdullah K. yê tevlî şer bûn, desteser kirin.

    Bi heman mijarî:

    Di navbera du malbatan de sebê avê şer derket: 2 mirî 4 kes jî birîndar bûn
    Di navbera 2 malbatan de şer derket: Kesekî mir 3 jî birîndar
    Li Amedê di navbera du malbatan de pevçûn: 2 mirî 7 jî birîndar
    Di navbera 2 malbatan de pevçûn derket: 2 kuştî yek jî birîndar
    Li Şirnexê di navbera du malbatan de şer derket: Jinek ducanî jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    kuştî, malbat, şer, Dîlok, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de