14:49 21 Tebax 2017
Zindî
    Genel-İş - Remzi Çalişkan

    ‘Hezar û 961 endamên me ji kar hatin derxistin!'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 28 0 0

    Serokê Genel-İş Remzi Çalişkan ragihand ku di pêvajoya Rewşe Awarte de hezar û 961 endamên wan ji kar hatine derxistin û got ku "Sendîkaya me vê yeke weke binpêkirina mafê sendîkayê dibîne û dê vî mijarî bibin rojeva sendîkayên navnetewî."

    Sendikaya Genel-İŞ ya girêdayî DİSKê têkildarî ixrackirinan agahî da û pêvajoya Rewşa Awarte nirxand. Serokê Genel-İş Remzi Çalişkan diyar kir ku bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) ya dawîn de 306 endamên wan hatine ixrackirin û wiha pê de çû: "Di pêvajoya Rewşe Awarte de hezar û 448 endamên me yên xebatkarên şaradarîyan ji kar hatine derxistin û peymana 513 kesan bidawî hatine kirin û hejmara kesên ji kar hatine derxistin gîhiştîye Hezar û 961 kesan. Ji kar derxistin û ixrackirin li dijî edaletê, hiquqa navnetewî ye û binpêkirina mafê mirovane."

    ‘EM Ê MIJARÊ BIBIN ROJEVA SENDIKAYÊN NAVNETEWİ'

    Çalişkan bibîrxist ku ji bo ixrackirin û ji kar derxistinan bi rayedaran re hevdîtin kirine û li benda biryarek erenî bûn lê bi KHK dawîn dîsa vegerîyane serê pêvajoya Rewşa Awarte. Çalişkan wiha berdewamkir: "Dibê qey darbeya 15ê Tirmehê karkeran kirîye û tev ji kar hatin derxistin. Di derheqê endamên me yên hatin îxrackirin de tu biryara dadgehan û delîlek sûc tine ne. Tev bi raporên îstixbaratê hatine îxrackirin û ji kar hatine derxistin. Ev ne hiquqî ye. Sendîkaya me vê yeke weke binpêkirina mafê sendîkayan dibine û dê vî mijarê bibib rojeva sendîkayên navnetewî. Ji bo îxrac û ji kar derxistinan em ê serî li komisyonên rewşa awarte bidin û li gorî biryarê em ê biçin dadgehê."

    Bi heman mijarî:

    Qeyûmê Şaredariya Agiriyê 106 xebatkar ji kar derxistin
    Li Şaraderîya Wanê 60 karker ji kar hatin avêtin
    Parêzgarê Silêmaniyê dest ji kar berda
    ‘Ji sedî 80 dildarên MHPê dengê ‘na' bi kar anîn'
    Etîketan:
    derxistin, kar, endam, Remzi Çalişkan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de