02:38 17 Tebax 2017
Zindî
    Fethullah Gulen

    48 milyar dolarê FETO derbasî dewletê bû

    © AFP 2017/ Thomas URBAIN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 69 0 0

    Li gorî raporta tekoşîna bi FETO re ku pêşkêşî Lijneya Ewlehî ya Milli (MGK) kirine baskê fînansî yê rêxistinê hatiye şikandin û 48 milyar dolarê FETO derbasî dewletê bûye.

    Li gorî raporta tekoşîna bi FETO re ku pêşkêşî Lijneya Ewlehî ya Milli (MGK) kirine baskê fînansî yê rêxistinê hat şikandin. 7.5 milyar dolar xeyrîmenkul û 41 milyar dolar jî malên şirketan bi tevahî 48.5 milyar dolarê FETO derbasî dewletê bûye.

    Li gorî nûçeya Okan Muderrisogluyê rojnameya Sabahê, hikûmeta Tirkiyeyê ji 15ê Tîrmehê ve bi biryarî tekoşîna rêxistina FETOyê kir û heta niha dest daniye ser 48.5 milyar dolarê rêxistinê. Ji 48.5 milyar dolarî 7.5 jê xeyrîmenkul e û 41 jê jî malê 966 şîrketên ku dewrî qeyuman hatin kirin e.

    Di nûçeyê de hat ragihandin ku yek ji kanayên herî girîng a FETO Tirkiye û herî zêde pere ji karsaz û ji esnafan berhev kiriye. Li gorî tespîtan Feto ji hemû bajarên Tirkiyeyê bi navê dibistanên cuda û bi navê ‘himmetê' pere ji grûbên curbicur berhev kiriye, lê piraniya van pereyan derxistiye derveyê welat.

    Bi heman mijarî:

    Serdozgerî: 5 abêyên FETO emrê kuştina Karlov dane Altintaş
    ‘FETO hê jî di nava TSKê de bi hêz e û dibe derbeyeke nû bibe'
    Gilîker û dozgerê doza Demirtaş herdu jî ji FETO girtî ne
    ‘FETO xwest ez Hrant Dink bikujim'
    Parlamenterê AKPê yê berê ji endamtiya FETO hat binçavkirin
    Etîketan:
    FETO/PDY, Fethullah Gulen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de