22:10 17 Tebax 2017
Zindî
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    ‘Ji bo plana avakirina Kurdistanê Erdogan anîbûn ser kar’

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 231 0 0

    Serokê Giştî yê Partiya Vatan a Tirkiyê Dogu Perînçek îdia kir ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo pêkanîna plana avakirina Kurdistanê ji aliyê rêveberîya Amerîkayê ve hatiye ser kar û niha jî ne ku Erdogan Tirkiyê birêve dibe, Tirkiye Erdogan birêve dibe.

    Perînçek li bajarê Denizlî yê Tirkiyê ku bi navê ‘Referandûma Barzanî ya Parçebûnxwaz û Çareseriya Tirkiye û Welatên Herêmê' gotarek ji alîgirên partiya xwe re pêşkeş kir.

    'ERDOGAN Û DERDORA WÎ JI KONTROLA AMERÎKAYÊ DERKETIN'

    Perînçek di axaftina xwe de îdia kir ku Erdogan ji aliyê rêveberîya Amerîkayê ve ji bo pêkanîna plana avakirina Kurdistanê hatiye ser kar û wiha pê de çû: "Ji sala 2014an ve Erdogan û derdora wî ji kontrola Amerîkayê derketin. Ketin kontrola Tirkiyê. Êdî Tayyîp Erdogan Tirkiyê birêve nabe, Tirkiye Tayyîp Erdogan birêve dibe."

    Dogu Perînçek di axaftina xwe de bal kişand ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê û hewildana kutedaya 15ê Tîrmehê û got, ‘Li gorî vî şerî, bereyên nû li gor plana Kurdistanê têne pêşandan. Ev hewilda darbeyê jî di nav plana Kurdistanê de dibe xwedî maneyekê. Amerîkayê Erdogan ji bo pêkanîna plana Kurdistanê anîbû ser kar û danîbû ser Tirkiyê.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Tirkiyê sewqîyata sêyemîn a leşkerî bo Qeterê
    Kremlînê li ser dewleta nû ya ji Ukraynayê cuda bûye daxuyanî da
    Pûtîn bestenî li wezîran îkram kir
    Amerîkayê hişyarî da Îranê
    Amerîka ji ber bernameya nukleerî ya Îranê sepandin danî ser Tirkiye û Çînê
    Kompaniya Almanî bersiv da Erdogan: Bi tîşortekî tank xera nabe
    Trump: Maduro serokekî xirab e
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de