08:11 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Selahattin demirtaş

    Demirtaş: Ez dixwazim bi rêya telekonferansê beşdarî civîna partiya xwe bibim

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ku girtiye daxwaznameyeke da Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê ku bi rêya telekonferansê beşdarî civîna koma partiya xwe bibe.

    Demirtaş ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edineyê girtiye di daxwaznameya xwe de diyar kir k udi meqeqanûna bingehîn de ti astengiya beşdarî çalakiyan tine ne bibîrxist û daxwaz kir ku bi rêya telekonferansê bendarî civîna koma partiya xwe bibe.

    Daxwaznameya Demirtaş ku da Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê wiha ye:

    ‘Ev 8 mehe ku ez û hevalê min ên parlamenterên din bi awayeke derqanûnî em girtî ne.

    Lê di wê parastinê da ya ku Wezareta Dadê ji bo dosyaya min a îtîraza li girtinê raberî Dadegha Destûra Bingehîn kiribû, hat diyarkirin ku ti asteng li pêşberî beşdarbûna min di çalakiyên qanûndanînê de tine.

    Ez wek Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan dixwazim bi rêya telekonferansê beşdarî civîna koma partiya xwe bibim û xîtabê Koma Partiya xwe bikin.

    Bi heman mijarî:

    Dadgehê cezayê girtîgehê yê Demirtaş betal kir
    Hevserokê HDPê Demirtaş bi nameyekê bersiv da Serokomar Erdogan
    Ji bo Demirtaş kelepçe nexist destê xwe ew nebirin dadgehê
    Demirtaş cara ewil li pêşberî dozger dê parastina xwe bike
    Etîketan:
    daxwazname, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de