20:08 25 Îlon 2017
Zindî
    Berdevkê HDPê Osman Baydemir

    Baydemir: Lenet li her du yan jî bê

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 17910

    Berdevkê HDPê Osman Baydemir diyar kir ku AKP darbeya xwe kiriye û got, "nelet li derbeya bi apolet jî û bi qirewat jî bê."

    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir di civîna koma partiya xwe de li ser mijarên rojevê axivî.

    Baydemir got: "Em vê civîna koma xwe di roja 257an de bi rewşeke wiha ku hevserokên me ne li vir in, dikin. Di vê civînê de nîqaşkirina rêyên çareseriyê ne peywira min e. Heqê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag e."

    'EV DU SAL DERBAS BÛN, HÊ JÎ KUJERÊN PIRSÛSÊ NEHATINE EŞKEREKIRIN'

    Baydemir di 2. salvegera Komkujiya Pirsûsê de kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî û got: "Ev di encama hişmendiya AKP-DAIŞê de hatine kuştin û ev du sale ku ji ser komkujiyê ve derbas bûn, lê kujer hêj nehatine dîtin."

    ‘NELET LI DERBEYA BI APOLET Û QIREWAT BÊ'

    Osman Baydemir di derbarê hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Temuzê de avixî û wiha pê de çû: "Eger Cunta bi ser biketa em ji 12ê Îlonê dizanin ku wê çi bi serê wî welatî ve bihata, hewldana darbeyê ku bi ser neket ji hêla AKPê ve gav bi gav hate pêkanîn. 20ê Temuzê derbasî rejîma Rewşa Awarte bûn. Eger darbe bi ser biketa dîsa wê hevserokên me bavêtina girtîgehê. Diyare ku darbeya ku ji ya bi qerewat tê û ji ya bi apolet tê heman encamê dide. Ji bo vê jî nelet li derbeya bi apolet jî û bi qirewat jî bê."

    Bi heman mijarî:

    Baydemir bertek da Erdogan: Hedê xwe bizane
    Baydemir: Ev bêdadî dê rojek li we vegere
    Baydemir: Demirtaş bi fermana Wezareta Dadê ya 'nepen' hat girtin
    Ji Baydemir şîroveya ‘Meşa Edaletê': Ev encama wêrekiya Demirtaş e
    Baydemir bang li Erdogan kir: Qeyûmên te siyaseta kanalîzasyonê dikin
    Etîketan:
    DAIŞ, lenet, derbe, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de