17:31 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    MGK Civîna Lijneya Milî ya Tirkiyê

    MGK: Referandûm xetayeke xeterî ye

    © REUTERS/ Hakan Goktepe/Prime Minister's Press Office
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (136)
    0 7202

    Lijneya Ewlhiya Tirkiyê (MGK) ragihand ku referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê şaşiyeke mezin e û dê encamên nebaş bi xwe re bîne. Herwiha çekdayîna YPGê ji aliye hin welatên hevalbend de ku dikevin destê PKKê, îtîraz û hişyariyê me yên di derbarê ku ev her du rêxistin yekin û ti cudahî di navbera wan de tine ne piştrast dike.

    Lijneya Ewlehiya Milî ya Tirkiyê (MGK) îro bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan civiya û mijarên serxwebûna Herêma Kurdistanê, çekdayîna YPGê, têkoşîna li dijî FETOyê û DAIŞê tê de hatin nirxandin.

    Piştî civîna MGKê ku 6 saetan dom kir, daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin.

    Di daxuyaniya piştî civînê de hatiye gotin, ku di civînê de li ser mijarên weke têkoşîna li dijî terorê û bi taybet têkoşîna li dijî rêxistina Cemaeta Gulen a naskirî bi FETO, PKK, PYD, YPG û DAIŞê û herwiha referandûma li Herêma Kurdistanê gotûbêj û nirxandin hatine kirin.

    MGK: REFERANDÛM XETAYEKE XETERÎ YA ENCAMÊN NEXWESTÎ DERXE HOLÊ YE

    MGK referandûma Herêma Kurdistanê bi şaşiyeke mezin bi nav kir û dibêje, ku ew referandûm dê rê li ber encamên nexwastî veke.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, 'Biryara referandûmê ya Rêveberîya Herêmî ya Bakurê Iraqê, xetayeke xeter e bi awayekî fiîlî nayê pêkanîn û dê ev hewildan encamên nexwestî derxe holê.'

    MGKê bal kişand ser parastina yekparçebûna erda Iraqê û got, pêwîst e li herêmê yekîtiya siyasî, ewlehî û aramiyê were parastin.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (136)

    Bi heman mijarî:

    YPG: DAIŞ li Reqayê sivîlan bi kar tîne
    Tirkiye: Divê YPG li Efrînê nemîne
    YPG: Me biryara bersivdayîna Tirkiyeyê da
    Wezîrê Tirk: Mattis teyîd kir ku Amerîkayê ji neçarî YPG tercîh kiriye
    Etîketan:
    MGK, kurdistan, biryar, referandûm, YPG, PKK, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de