17:34 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

    Dadgehê salek û 3 meh cezayê hepse li parlamneterê HDPê birî

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bi tometa "propagandaya terorê" salek û 3 meh cezayê girtinê da Parlamenterê HDPê yê Rihayê Ibrahim Ayhan.

    7emîn rûniştina doza Parlamenterê HDPê yê Rihayê Ibrahim Ayhan li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê birêve çû. Parêzerên Ibrahim Ayhan, Sevda Çelik Ozbingol û 5 parêzerên din jî beşdarê rûniştinê bûn lê Ayhan bi xwe amade nebû.

    Parêzer Ozbingol daxwaz kir ku cezayê derbarê Ayhan de were sivikkirin lê dadgehê ev daxwaz red kir û bi tometa "propagandaya rêxistina terorî", salek û 3 meh cezayê hepsê li Ibrahîm Ayhan birî.

    Dozgeriyê Ji ber tawana "propagandaya terorê" derbarê Parlamenter Ibrahîm Ayhan de daxwaza 5 sal girtinê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    2 rayedarê HDPê hatin girtin
    Navenda HDPê: Referanduma serxwebûna Kurdistanê mafekî meşru û demokratîk e
    HDPê ji bo stranên Kurdî yên bi Tirkî hatine tomarkirin komîsyona lêkolînê xwest
    Hevseroka HDPê: Li edliyê û li dadgehan edalet tune
    Etîketan:
    parlamenter, heps, ceza, Ibrahim Ayhan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de