22:29 21 Îlon 2017
Zindî
    CHP mitingi

    Parlamenterê CHPê: Tirkiye hewl dide navê kurd ji holê rake

    © AFP 2017/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Parlamenterê CHPê ragihand ku qeyûmên hatine tayînkirin naxwazin navê kurd û kêmiyên olî û çandî bê ziman û desthilata Tirkiyeyê bi rêya qeyûman bîra civakî tune dike.

    Parlamenterê CHP yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu di derbarê kiryarên qeyûmên ku bo şaredariyên DBPê hatine tayînkirin raporek amade kir.

    Pirtûk, pirtûkxane
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Tanrikulu di rapora xwe ya bi navê "Armanca Qeyûmên Şaredariyan Çî ye?" de, van agahiyan dide:

    Ji îlona Sala 2016ê ve piştî zîndankirin û ji kar dûrxistina şaredarên DBPê, qeyûm hatin tayînkirin û danîna qeyûman û kiryarên wan, bûne sedemê nerazîbûnên mezin.

    ‘QEYÛMÊN KU PEYKARA EHMEDÊ XANÎ RAKIR, NÛNERTIYA KÎ DIKE'

    Qeyûm li herêmê hin peyker, bîrdarî û sembolên gelê herêmê bi awayek nelirê ji holê radikin. Qeyûmê ku Peykera Ehmedê Xanî rakiriye, navê Cegerxwîn rakiriye, nûnertiya kî dike.

    Her weha projeyên jinan tên betalkirin, saziyên wan tên daxistin, saziyên perwerdeya zimanê kurdî yên bo zarokan tên girtin û ev hemû tên wateya berdewamiya asîmîlasyon, înkar û tunekirinê.

    Bi heman mijarî:

    Li Sêrtê êriş li qeyûm hat kirin
    Qeyûm navê rêya Îsmaîl Beşîkçî guherand
    Rapora qeyûman a DBPê: Ji bo 83 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
    Wezaretê qeyûm tayînî Şaredariya Atabagiyê kir
    Li şaredariyekê din jî qeyûm hat tayînkirin
    Etîketan:
    rakirin, nav, kurd, qeyûm, Sezgin Tanrikulu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de