05:37 25 Îlon 2017
Zindî
    Partiyên kurdistanî

    ‘Partiyên bakûr, piştgirê referandûma serxwebûna başûr in'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 86 0 0

    Li Amedê bi beşdarbuna gelek partî û saziyên kurd ji bo ‘'Referandûma Serxwebûne Kurdistanê" xomxabatek hate li darxistin.

    Li Amedê bi beşdarbuna gelek partî û saziyên kurd ji bo ‘'Referandûma Serxwebûne Kurdistanê" xomxabatek hate li darxistin. Partî û sazîyan piştgirî dan biryara referandumê û ev bang kirin: "Rêzgirtina li referandûmê û li îradeya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, him pêdivîyeke ehlaqî û wîcdani ye, him jî ji bo aramî û aşitîya herêmê merceke esasî û giring e."

    Li Amedê bi banga Herekete Azadî, PAK, PDK-Bakur, PDK-T, PSK û ÖSPyê ji bo ‘'Referandûma Serxwebûne Kurdistanê" xomxabatek hat li dar xistin. Piştî nîqaşên rojekê di dawîya komxebatê de biryarek hat sitandin ku Însîyatîfek bê hilbijartin. Ev insiyatîf, wê bernameya kar û barên xabata ‘'Referandûma Serxwebûna Kurdistanê" tesbît bike û dê birê ve bive. Ji bo birêvebirina vê Însîyatîfe, li ser navê, Partî, dezgehên sivîl û kesayetên serbixwe ev 13 kes hatin hilbijartin. İnsîyatîfa ku hatibû hilbijartin li ser navê Komxebatê li Cemîyeta Rojnamevanan civîneke çapemenîyê li dar xist û encamnameya komxebatê aşkare kir. Civîna çapemenîyê bi beşdarîya nûnerên çapemenî û ragehandinê, rêveber û endamên partîyên sîyasî, sîyesetvan û rewşenbîrên bakurê Kurdistanê li dar ket.

    ‘BIRYARA REFERANDÛMA SERXWEBÛNÊ GAVEKÎ DîROKî YE'

    Di civîna çapemenîyê de li ser navê Însîyatîfê Cîgirê Serokê Giştî Yê PDKTyê Şerefxan Cizîrî bi Kurdî, Serokê Giştî yê ÖSPyê Sînan Çiftyürek jî bi Tirkî Encamnameya Komxebatê xwendin. Di encamnameyê de wiha hate gotin "Em biryara referandûma serxwebûnê gaveke dîrokî, rasteqîne, pêwîst û pîroz dinirxînin. Em beşdarên vê Komxebatê bi her awayî alîgir û piştgirê biryara gelê xwe yê Başûr in. Her weha di derbarê referandûma serxwebûnê de em banga alîkarî, çavdêrî û piştgiriyê li Netewên Yekbûyî, li Yekitîya Ewrûpa, li Konferansa Îslamê û li hemû dewlet û gelên cîhanê dikin. Em banga nefsul-qiyasê, empatî û îhtiramê li gel û dewletên cîran; Tirkiye, Îran, Iraq û Sûryê jî dikin. Biryara ‘Referandûma serxwebûnê'di têkoşîna azadîya miletê Kurd û gelên Kurdistanê da gaveke dîrokî ye.

    ‘RÊZGIRTINA LI REFERANDUMÊ PÊDIVIYEKE EHLAQÎ Û WICDANI YE'

    Di encamnameyê de hate gotin ku "Şik tê de tuneye ku ‘Referanduma serxwebûnê' wê li Rojhilata Navîn hemî dengeyan biguherîne" û wiha berdewam kir: "Piştî referandumê doza azadiyê wê li çar parçeyên Kurdistanê bigihêje qonaxeke nû. Pêvajoya serxwebûnê wê guhartinê li ser hemî dewletên derûdor ferz bike. Pêvajoya 26 salên borî nişan dide ku Herêma Kurdistanê, li gel hemû astengî û pirsgirêkan jî, ji dewletbûnê re amade ye. Gelê başûrê Kurdistanê di warê xwe bi xwe idarekirinê da xwedî îrade û tecrubeyeke erêni ye. Yek ji giringiya referandûma serxwebûnê jî ev e: Referandûm ne tenê di nav sinorên resmi yê Herêma Kurdistanê da, li ciyên daxilî madeya 140î yên wek Kerkûk, Şingal û cîhên din de jî dê çêbibe. Bi gotinek din, di 25ê İlonê de wê him îradeya serxwebûna Kurdistanê derkeve holê, him jî dê yekparîya başûrê Kurdistanê pêk were. Em wek parti, saziyên civatî û şexsiyetên serbixwe yên Bakurê Kurdistanê; bangî hemî dewlet û dezgehên cihanê dikin; Rêzgirtina li referandûmê û li îradeya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, him pêdivîyeke ehlaqî û wîcdani ye, him jî jibo aramî û aşitîya herêmê merceke esasî û giring e."

    Bi heman mijarî:

    Partiyên Kurdistanî teqîna li Amedê şermezar kir
    Partiyên Kurdistanî li dijî girtina HDPyiyan derketin
    Partiyên Kurdistanî: Bicihkirina penaberan dê pirsa Kurd kûrtir bike
    Partiyên Kurdistanî Îran şermezar kir!
    Salih Muslim: Em dixwazin peywendiyên me bi hemû partiyên Kurdistanî re baş bin
    Etîketan:
    OSP, Azadî, PDK-T, PDK-Bakur, PSK, PAK, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de