19:59 25 Îlon 2017
Zindî
    Platforma Ji Xerakirina Sûrê Re Na

    Ji bo Sûrê kampanyeya îmzeyan hat destpêkirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 59 0 0

    Platforma Ji Xerakirina Sûrê Na ya bi navê "Sûrîcî cîhana me ya hevpar e em xerakirinê rawestînin" kampanyeya imzeyan da destpêkirin. Kampanya dê mehekê li hemû bajarên Tirkiyê bê meşandin û piştre imzeyên ku werin komkirin dê bişînin parlamantoya Tirkiyê.

    Platformê têkildarî kampanyayê civîna çapemeniyê pêk anîn. Hevberdevka Platformê Buşra Cîzrelîogullari di civînê de axivî û anî ziman ku 2 meh e li dijî xerakirina Sûrê berxwedanek hevpar heye. Cizrelîogulları diyarkir ku heta xerakirin raweste dê berxwedana wan berdewam bike. Cizrelîogullari wiha axivî: "Gelê me yê Sûrê hêj ji bo malen xwe vala bikin û koç bikin rastî gefa tên. Malên ku 5 sal bere hatine valakirin bil ez û bez tene xerakirin."

    ‘GELÊ SÛRÊ ÇAND Û KOLANÊN XWE BERNADIN'

    Cizreliogullari wiha berdewam kir: "Li hember van gefan gele Sûrê malen xwe terk nakin. Herdem tenin ziman ku dê çi bibe bila bibe dev ji qadên xwe yên jiyanê, çand û kolanên xwe bernadin. Xwedî derketina qêrina gelê Sûrê karekî di berpirsîyara partiyên sîyasî, saziyên sivîl, komele, platform û însîyatifa deye. Armanca hevpar ew e ku daxwazên rewa yên gele Alipaşa û Lalebey têxin rojeva cihanê."

    JI BO SÛRÊ KAMPANYEYA ÎMZEYAN

    Cizrelîogullari ragihand ku ji bo Sûrê bi navê "Sûrîcî cîhana me ya hevpar e em xerakirinê rawestînin" kampanyeya îmzeyan dane destpêkirin. Cizrelîogullari têkildarî kampanyeyê ev agahî dan: "Kampanya dê li tevahiyê Tirkiyê were meşandin û dê mehekê berdewam bike. Piştî kampanyayê imzeyên ku hate komkirin em ê bişînin parlamantoya Tirkiyê. Kampanya dê li kolanan û li ser medyaya civakî were meşandin. Heger em bi hevre ji bo Sûrê edaletê bixwazin em dikarin xerakirinê bidin rawestandin û em ê bi serkevin. Ji bo wisa em bang li hemû derdoran dikin ku piştgirî bidin kampanyayê."

    Bi heman mijarî:

    Niştecihên Sûrê bê av û bê ceyran man
    Niştecihên Sûrê bê av û bê elektrîk in
    Li Sûrê xerakirina avahîyan dest pê kir
    Rûxandina xaniyên Sûrê dest pê kir
    Neçarîya Welatiyên Sûrê didome
    Etîketan:
    Platforma Ji Xerakirina Sûrê Re Na, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de