15:27 19 Mijdar 2017
Zindî
    Suryanî-dêr-dêra suryaniyan

    Serokê suryaniya: Ditirsim bi KHKê me bikin misilman

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Serokê Komeleya Yekîtiya Suryaniyên Mêrdînê Yuhanna Aktaş ku bi biryarnameya hikmî (KHK) hat girtin ragihand ku ditirsim bi KHKê me hemûyan bikin misilman.

    Serokê Komeleya Yekîtiya Suryaniyên Mêrdînê Yuhanna Aktaş ku bi biryarnameya hikmî (KHK) hat girtin di bernameya Arti Gerçek a Omer Faruk Gergerlioglu de xemgînî û endîşeya xwe ji bo girtinê anî ziman û got: "Ditirsim bi KHKê me hemûyan bikin misilman."

    ‘DIVÊ EV XELETÎ WERE SERASTKIRIN'

    Yuhanna Aktaş di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ê serî li dadgehê bidin, lê li Tirkiyeyê ji xwe rewşa dadgehan li ber çavan e. Malê me hatiye xespkirin û ji me re gotin hetanî biryar eseh bibe hûn dikarin malê xwe bi kar bînin. Divê biawayekî lezgin ev xeletî were rastkirin."

    Aktaş di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ev 6 hezar sal e li vê coxrafyayê dijîn û daxwazeke me ya avakirina dewletê tuneye. Belê xaçperasta bi hişmendiya dagirkerî tev geriyan, lê em dixwazin çand û ola xwe bijîn. Ev du sal in me merasîmên olî çênekirine. Tirsa min bi KHKê me hemûyan bikin misilman."

    Bi heman mijarî:

    Suryanî dozê li diyaneta Tirkiyê vedikin
    Suryanî jî li Mûsilê şerê DAIŞê dikin
    ‘Suryaniyan li bakurê Musilê du gund rizgar kirin'
    Suryaniyan ji ber êriş û kuştinên li bajarên kurdan, Noel pîroz nekirin
    Etîketan:
    Serokê Komeleya Yekîtiya Suryaniyên Mêrdînê, Yuhanna Aktaş, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de