20:00 25 Îlon 2017
Zindî
    ÊRIŞ-MÊRDÎN-TEQÎN

    Li Geverê teqîn: 4 jê giran 17 birîndar

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 15410

    Li gorî nûçeya DHAyê li herêma Esendere ya navçeya Gevera Colemêrgê teqînek pêk hat. Gelek ambulans ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

    Li gorî nûçeya DHAyê li herêma Bajêrga Mezin (Esendere) ya navçeya Gevera Colemêrgê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyan di teqînê de 4 jê giran 17 leşkerên artêşa Tirkiyeyê birîndar bûn. Gelek ambulans ji bo cihê bûyerê hatine şandin û bi piştgiriya hêzên hewayî operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.

    Îro seet li derdora 11.00an li ser rêya sereke ya navbera Gever û Colemêrgê li herêma Bajêrga Mezin (Esendere) li nêzî gundê Ovaiçiyê teqînek pêk hat, di teqînê de 4 jê giran 17 leşkerên artêşa Tirkiyeyê birîndar bûn. Piştî teqînê gelek ambulans ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Herêma ku teqîn lê qewimiye 15 kîlometro dûrî sînorê Îranê ye.

    Li gorî çavkaniyên herêmî piştî teqînê rê ji çûnûhatina trafîkê re hat girtin.

    Bi heman mijarî:

    Li Şemzînanê teqîn: 4 gundî birîndar bûn
    Li tesîsa petrokîmyayê teqîn: 44 birîndar
    Li Bedlîsê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn: Kuştî û birîndar hene
    Li Dîlokê teqîn: 8 kes rakirin nexweşxanê
    Li noqteya leşkerî teqîn: Albayek jî di nav de 10 kuştî û 16 birîndar
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de