17:34 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Baydemir: Herdu alî jî hebûna xwe di şer û pevçûnan de dîtin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 8802

    Berdevkê HDPê û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir ji bo pêvajoya çareseriyê ragihand ku hem kurdan û hem jî hikûmetê herdu aliyan jî xwest biqede.

    Berdevkê HDPê û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir di hevpeyvîna xwe ya televîzyona Waarê de bersiva pirsên Eyup Demir da û ji bo pêvajoya çareseriyê got: "Hem kurdan û hem jî hikûmetê herdu aliyan jî xwest biqede. Herdu alî jî ji bo destpêkirina şer hewl didan û bawerî bi hev ne dianîn.

    Osman Baydemir di bersiva xwe ya pirsa pêvajoya çareseriyê de got: "Ocalan di Newroza 2013an de ji bo rêbaza pêvajoya çareserî manîfestoyek deklare kiribû. Ez dikarim bêjim ji wê rojê û hetanî şeva Dolmabahçeyê ne hikûmet û ne jî tevgera kurdan bawerî bi hev nedianîn. Di nava wan du salan de zêdetirî 100 pirsgirêkî hat nîqaşkirin. Ji bo gavên erênî were avêtin me gelek hewl da. Me gaveke tenê jî girÎng dinirxand."

    ‘HERDU ALÎ JÎ HEBÛNA XWE DI QEDANDINA PÊVAJOYÊ DE DIDÎTIN'

    Baydemir di dirêjiya axaftina xwe de got: "Wekî mînak me daxwaza berdana girtiyên nexweş ên bi pençeşêr û giran kir. Hikûmetê ji bo vê gav neavêt, her diçû mijar dirêjtir kir û ev jî nebawerî anî nava herdu aliyan. Ez eşkere dibêjim herdu alî jî bo şer û pevçûn destpê bikin hewl dan. Herdu alî jî bi hev bawer nedibûn û dixwestin pêvajoya çareseriyê biqede. Herdu alî jî hebûna xwe di qedandina pêvajoya çareseriyê de didîtin."

    Bi heman mijarî:

    Baydemir bertek da Erdogan: Hedê xwe bizane
    Baydemir: Min jî dixwest ji bo serxwebûna Kurdistanê dengê erê bidim
    Baydemir: Ev bêdadî dê rojek li we vegere
    Baydemir: Demirtaş bi fermana Wezareta Dadê ya 'nepen' hat girtin
    Ji Baydemir şîroveya ‘Meşa Edaletê': Ev encama wêrekiya Demirtaş e
    Etîketan:
    Parlamenterê HDPê yê Rihayê û berdevkê partiyê, Hikûmeta Tirkiyeyê, PKK, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de