17:39 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Navê dijminan bêjim, emê rûbirûyî krîzeke gelekî cidî ya navnetewî bibin

    © AP Photo/ Murat Cetinmuhurdar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10204

    Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di yekemîn salvegera hewla kutedaya 15ê Tîrmehê de, li paytexta Tirkiyê Enqerê li ber parlamena Tirkiyê gotarek pêşkeş kir.

    Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser ku miletê tirk roja hewildana kutedaya 15ê Tîrmehê bi destê xwe yê tazî li hemberî tank û çekan derketiye û kuteda têk biriye.

    'EM JI BO DERXISTINA ÎDAMÊ LI GOTINA HANS Û GEORGE NANÊRIN'

    Serokomarê Tirkiyê li ser ji nû ve anîna sizayê dardekirinê jî car din got ku heger were ber parlamenê û derbas bibe, ew dê bê dudilî pesend bike û got, ‘Lewra 250 şehîd û 2193 gaziyên me hene. Li gotina Hans û George nanêrim. Ez ê li gotinên Ahmet, Hasan, Huseyîn, Ayşe, Fatma û Hatçe binêrim."

    REWŞA AWARTE ROJA DUŞEMÊ TÊ ROJEVA MGKÊ

    Erdogan rexneyên tund li gotinên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku gotibû ‘Darbeya bi kontrol' girtin û li ser dirêjkirina maweya rewşa awarte diyar kir, ‘Li qisûrê nenêre, dê Rewşa Awarte roja duşemê were rojeva Lijneya Ewlekarîya Milî (MGK), em ê bipevyivin û ji hikûmeta xwe re biryara pêşniyarkirinê bidin."

    'EMÊ RÛBIRÛYÎ KRÎZEKE GELEKÎ CIDÎ YA NAVNETEWÎ BIBIN'

    Serokomar Erdogan da xuyakirin, 15ê Tîrmehê pêşanî wan daye ku ew neçar in wekî dewlet û milet bihêz bin û wiha got: "Heke em ne bihêz bin, ew qas dijmin di kemînê de hene ku dê rojekê mafê jiyanê nedin me. Ger ez navê wan yek bi yek bijimêrim, em dê rûbirûyî krîzeke gelekî cidî ya navnetewî bibin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Cîgirê walîyê Amedê ji FETOyê hat binçavkirin
    Dema Erdogan dipeyivî Drone ket: 7 kes birîndar bûn
    Ofîsa Dozgeriya Rûsyayê îdîaya navbeynkariya Trump Jr û parêzera rûsî derewand
    Heyder Şeşo: Bila dijberên referandumê qurbaniyên gelê kurd bînin ber çavê xwe
    Îsraîl: Em destûr nadin Îran li başûrê Sûriyeyê bi cih bibe
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de