15:25 19 Mijdar 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu bersiva namzediya xwe ya serokomariyê da

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvîna xwe ya kovara Der Spiegelê de ragihand ku ez di hilbijartina serokomarî ya 2019an de nabin namzed.

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvîna xwe ya kovara Der Spiegelê de ku dê îro were weşandin de got: "Di hilbijartina serokomarî ya 2019an de ez nabin namzed. Ez dixwazim kesekî bi ser partiyan bibe namzede serokomariyê."

    Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvîna xwe de li hemberî pirsa ‘gelo li gorî we li hemberî namzediya Serokomar Recep Tayyip Erdogan piştgirîdayina Abdullah Gul pêşniyareke başe an? got: "Di vê mijara namzediya serokomariyê de biryar a Abdullah Gul e. Hê du sal mane ji hilbijartinê re û ez naxwazim ji vêga de têkevim xeletiyeke nav dayînê."

    Kiliçdaroglu di berdewamiya hevpeyvîna xwe de bangî Ewropa kir ku Tirkiye û Erdogan wek hev nebîne û got: "Li aliyekî Meşa Edaletê û li aliyê din referanduma guherîna Destûra Bingehîn. Erdogan tenê ji bo nêviyê Tirkiyeyê diaxive."

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: Li Tirkiyeyê edalet tuneye
    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Rêya te rêya Qendîl û Pensîlvanyayê ye
    Ahmet Turk beşdarî meşa Kiliçdaroglu dibe
    Kiliçdaroglu bersiv da Bahçeli: Diyare bê Gulen sipasiya kê kiriye
    Kiliçdaroglu ‘Meşa Edaletê' wê li Maltepeyê neqede
    Etîketan:
    Namzediya serokomariya Tirkiyeyê, Serokê CHPê yê Giştî, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de