17:47 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Tirkiye - alîgirên Erdoganî

    Hikûmeta Tirkiyê bi KHKyê zêdetirî 7 hezar kes ji kar avêtin

    © REUTERS/ YAGIZ KARAHAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) ya jimar 692 ku îşev, 14ê Tîrmehê hat weşandin, li Tirkiyê bi hezaran kes ji karên xwe hatin îxrackirin.

    KHKya dawî ya bi jimara 692 ku di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) ya bi hinceta hewildana darbeya FETOyê (15 Tîrmeh 2016) de hatiye derxistin, di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hat weşandin.

    Li gor KHKya bi jimara 692yan, ji Wezareta Dadê 418 kes, ji Diyanetê 551 kes, ji Wezareta Derve 45 kes, ji Emnîyetê 2 hezar û 303 kes, ji Wezareta Navxweyî hezar û 486 kes, ji Wezareta Tenduristiyê 789 kes, ji TRTê 29 kes û ji Cenderme jî 235 kes ji karên xwe hatin îxrackirin.

    Herwiha bi vê KHKyê xelat, nîşan û madaliyên futbolîzê berê Hakan Şukur û Arîf Erdem jî ji wan paşve hatin standin.

     

    Bi heman mijarî:

    Çekên herî bi bandor ên Artêşa Rûsyayê
    Li Rihayê pevçûn: Kesek mir, 10 kes birîndar bûn
    Di navbera Tirkiye, Îtalya û Fransayê de peymana şirîkatiya moşekan
    Rêveberê partîya Kurd a Îranê bi guleyekê can da
    Muxalefeta Sûriyê şertê avakirina ‘Herêma xweser a Kurdan’ eşkere kir
    Dadgehê 8 sal cezayê girtinê da parlamentere HDPê
    2 rayedarê HDPê hatin girtin
    Tirkiye destûr neda serdana parlamenterên almanî
    Etîketan:
    KHK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de