07:54 21 Cotmeh 2017
Zindî
    pdk-bakur - Sertaç Bucak

    Tirkiye daxwaznameya avakirina PDKê qebûl nekir

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 8303

    Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê daxwaznameya avakirina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Tirkiyeyê qebûl nekir.

    Hate ragihandin ku Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê daxwaznameya avakirina partiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî PDKê li Tirkiyeyê qebûl nekiriye.

    Partî 7 meh berê dest bi xebatên damezrandinê kir û tê gotin ku dê di xêza PDK ya Herema Kurdistanê de be. Ev partî weke domandina rêxistina PDKê ya ku di sala 1965an de li Amedê hatibu damezrandin tê dîtin. Di nava partiye de gelek sîyasetmedarên kurd hene.

    Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan îro ji bo bi fermîbûnê û damezrandinê serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê da, lê belê rayedarên wezaretê heta rê nedan ku ew derbasî avahiya wezaretê jî bibin.

    PDKê di daxuyaniya xwe daye xuyakirin, ku daxwaznameya damezrandina partiya wan bêyî ti sideman ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve nehatiye qebûlkirin.

    Di daxuyaniyê de tekez hatiye kirin, ku nehiştine heta ew derbasî nav avahiya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî bibin.

    Bi heman mijarî:

    PYD: PDK nahêle ku rojnameger derbasî Rojava bibin ku operasyona Reqayê bişopînin
    Komela Îslamî pêşnîyara PDK û YNKê ya çalakkirina parlamenê red kir
    PDK: Ji bo serxwebûnê em destûr ji Iraqê naxwezin
    PDK: Em ji bo referandûmê li benda biryara YNKê ne
    PDK: Ji referandûmê veger nîne
    Etîketan:
    red, daxwazname, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyêyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de