07:54 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Türkiye'nin Moskova Büyükelçisi Hüseyin Diriöz

    ‘Helwesta Tirkiyeyê ya di derbarê Esad de neguheriye'

    © Sputnik/ Alexander Natruskin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Balyozê Moskowê yê Tirkiyeyê Huseyin Dirioz ragihand ku helwesta Tirkiyeyê ya di derbarê Serokê Dewleta Rûsyayê Beşar Esad de neguheriye û bo çareseriya krîza li Sûriyeyê jî piştgiriya pêvajoya Cenevê dike.

    Dirioz di civîna çapameniyê ya ajansa nûçeyan a Rossiya Segodnyayê ku girêdayê Sputnikê ye de axivî.

    Dirioz got: "Helwesta me yê li hemberî rêveberiya ku bûye sedema mexdûriya gelek mirovan neguheriye. Em piştgiriya pêvajoya siyasî ya li Cenevê dikin."

    Dirioz eşkere kir ku ji bo lezê bidin pêvajoya Cenevê bi Rûsyayê re, pêvajoya Astanayê dewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Macron bi Trump re civîya û got: Karê me yê pêşî ne çûna Esad e
    Lavrov: Em piştgiriya Esad nakin
    ‘Amerîkayê qebûl kiriye ku Esad li desthilatê bimîne'
    Trump: Divê Rûsya piştgiriya Îranê û Esad berde
    Ji Amerîkayê daxuyaniya pêşeroja Beşar Esad
    Etîketan:
    helwest, Rossiya Segodnyayê, Huseyin Dirioz, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de