00:51 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Polês

    Li Îzmîrê operasyona siyasî: 17 HDPeyî hatin binçavkirin

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, di operasyona Îzmîrê de rêvebirê HDPê yê navçeya Menemenê Ramazan Yavuz jî di nav de 17 HDPeyî hatin binçavkirin.

    Îro berê sibehê tîmên Midûriyeta Ewlehî yên Îzmîrê bi ser gelek navnîşan de girtin. Di serdegirtinê de rêvebirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Menemenê Ramazan Yavuz jî di nav de 17 endamên HDPê hatin binçavkirin.

    Operasyona tîmên ewlehî bi dîrektîfa Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê û bi hinceta ‘parvekirinên medyaya civakî' hat destpêkirin. Tîmên ewlehî di serdegirtinan de li malan lêgerîn kirin û dest danîn ser amûrên wek kompîturan. 17 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Ewlehî ya Îzmîrê.

    Li gorî çavkaniyan navê kesên ku hatine binçavkirin wiha ne; Mehmet Sidik Varkan, Evren Varkan, Ramazan Yavuz, Suat Durkan, Sertip Guçlu, Erken Karakoç, Abdulkerim Kiliç, Zeki Aldirma, Abdurrahma Candemîr û Okak Suslu ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê li 32 navçeyan operasyon: 57 kes hatin binçavkirin
    Bîlançoya bûyeran eşkere bû: 476 polîs birîndar bûn û 411 kes jî hatin binçavkirin
    Li 29 bajarên Tirkiyeyê operasyon: 233 kes hatin binçavkirin
    Li Tirkiyê 6 leşkerên payedar hatin binçavkirin
    Li Licê 12 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Li Îzmîrê 17 HDPeyî hatin binçavkirin, Ramazan Yavuz, Îzmîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de