19:18 19 Mijdar 2017
Zindî
    HDP

    Navenda HDPê: Referanduma serxwebûna Kurdistanê mafekî meşru û demokratîk e

    © AFP 2017/ OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4110

    Lijneya rêvebir a navendî ya HDPê di daxuyaniya xwe ya ji bo referanduma Kurdistanê de ragihand ku referanduma serxwebûna Kurdistanê mafekî demokratîk û meşru ye.

    Lijneya rêvebir a navendî ya HDPê ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê ya meha îlonê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. HDPê di daxuyaniya xwe de got: "Referanduma serxwebûnê mafekî demokratîk û meşru ye. Em hêvî dikin bibe sedema vekirina rêya aştiyê."

    HDPê di daxuyaniya xwe de got: "Di 7ê Hezîranê de Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî di civîna Serokê Komîsyona Hilbijartin û Partiyên Siyasî de biryar da ku di 25ê Îlona 2017an de referanduma serxwebûnê li dar bixin. Biryara referandumê mafekî demokratîk e û ji bo xelkê ku bixwaze qedera xwe tayîn bike helwesteke meşru ye."

    HDPê di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: "Em hêvî dikin ev biryara referandumê bibe sedema pêşxistina aştî û çanda demokrasiye. Ji bo encamên referandumê ji nîqaşan dûr werin girtin divê hemû partiyên siyasî yên parlamentoyê bi awayekî azad û wekhevî tevlî pêvajoyê bibin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
    Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
    'Li Herêma Kurdistanê Referandum û hilbijartinên giştî dê bi hev re bên çêkirin'
    Nêçîrvan Barzanî: Referandum mafê xelkê me ye
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Lijneya Navendî ya HDPê, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de