23:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Huseyin Dirioz

    Ji balyozê tirk daxuyaniya moşekên S-400î

    Sputnik
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3301

    Balyozê Tirkiyeyê yê Moskowê Huseyin Dirioz di axaftina xwe de ragihand ku hevdîtinên sewkirina bataryayên S-400î yên navbera Rûsya û Tirkiyeyê pêşveçûn heye.

    © Sputnik.
    Türkiye’nin Moskova Büyükelçisi Diriöz, Rossiya Segondya haber ajansında basın toplantısı düzenliyor

    Balyozê Tirkiyeyê yê Moskowê Huseyin Dirioz di axaftina xwe de ragihand ku hevdîtinên sewkirina bataryayên S-400î yên navbera Rûsya û Tirkiyeyê pêşveçûn heye û hevdîtinên teknîkî jî digihîjin asta dawî.

    Huseyin Dirioz di axaftina xwe ya civîna çapemenî ya ajansa Rossiya Segodnyayê de li hemberî pirsa hevdîtinên S-400î yên navbera Rûsya û Tirkiyeyê d içi astê de ne bersivand û got: "Pêşveçûnên baş hene. Mijara teknîkî bi erênî dimeşe. Pêwendî berdewam in."

    Ajansa nûçe ya Bloombergê îdîa kiribû ku Rûsya û Tirkiye di hevdîtinên xwe yên peymana S-400î de gihîştin dawiyê û di berdewamiya nûçeya xwe de gotibû ‘Tirkiye ji bo 2 bataryayên S-400î wê 2 milyar û 500 milyon dolar pere bide.' Ev îdîaya Bloombergê ne ji aliyê hikûmeta Rûsya û ne jî ji ya Tirkiyeyê nehatibû serastkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Divê NATO bi rêkeftina S-400 a Rûsya-Tirkiyê kêfxweş bibe’
    RBK: Rûsya dixwaze heba moşekên S-400, bi 500 milyon dolaran bide Tirkiye
    Wezîrê Tirkiyeyê İşik: Xebatên me yên bi Rûsya re yên derbarê S-400 de gihişt bidawîbûnê
    Amerîka bi şandina S-400 û Su-35ên Rûsî bo Çînê ket metirsiyê
    Parlamentarê Rûsî: Me S-400 ji Çînê re şandin Tirkiye di dorê de ye
    Etîketan:
    Danûstandinên S-400î yên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Balyozê Tirkiyeyê yê li Moskowê, Huseyin Dirioz, Tirkiye, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de