09:04 18 Cotmeh 2017
Zindî
    S-400

    'Tirkiyê pişta xwe da NATOyê'

    Sputnik
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 58 0 0

    Hat ragihandin ku Tirkiye amade ye, ji bo 4 sîstemên parastina moşekên S-400an 2.5 milyar dolaran bide Rûsyayê.

    Li gor nûçeya Selcan Hacaoglu ya Bloombergê rayedarekî tirk ku nexwestiye navê xwe bide, ragihand ku Tirkiye difikire sala pêşiya me 2 bataryayên S-400an bistîne û 2 bataryayên din jî piştre ji bo Tirkiyê werin amadekirin.

    Di nivîsa Bloombergê de tê gotin, Tirkiye berê jî amade bû van sîsteman bistîne, lê ji ber helwesta NATOyê peyman nehatibû girêdan û ji ber fişara Washingtonê jî Tirkiye neçar maye dev ji sîstemên Çînê berde.

    Li gor çavkaniyê her çiqas ew sîstem bi çekên NATOyê re li hev nekin jî îhtimal heye li sînorên Ermenistan, Yewnanîstan û Peravên Egeyê werin bicîkirin.

    Herwiha hat diyarkirin ku dê S-400 li gor naskirina ‘dost-dijmin' neyên pênasekirin û li hemû armancan re vekirîbin.

    Di nivîsê de tê bibîrxistin, standina S-400an ‘Nîşaneya wê yekê ye ku Tirkiyê pişta xwe dide NATOyê' û ji ber polîtîkaya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a serbixwe, di salên dawî de pêwendiyên Tirkiyê bi NATOyê re xera bûne.

     

    Bi heman mijarî:

    Xelatgirê Nobela Aştiyê jiyana xwe ji dest da
    Macron bi Trump re civîya û got: Karê me yê pêşî ne çûna Esad e
    Keça herî bedew a Kirgizîstanê hat hilbijartin
    ‘Mam Celal’ ji Tehranê vegeriya Silêmaniyê
    Amerîkayê bikaranîna Kaspersky Labê sînordar kir
    'Îranê car din ava Herêma Kurdistanê birî'
    346 karker rakirin nexweşxanê
    Li Mûsilê şer ji nû ve gur bû
    Etîketan:
    NATO, S-400, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de