23:09 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya HDP

    Dadgehê cezayê Parlamentera HDPê erê kir

    © Foto: Gulnush Ergul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Dadgeha Dîlokê, cezaya Parlamentera HDPê Besîme Konca ya bi 2 sal û nîvê pejirand. Eger Dadgeha Bilind jî biryarê erê bike, mafê parlamenteriya wê dikeve.

    Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê, bi tometa propagandaya rêxistina terorê, 2 sal û nîv cezaya zîndankirinê dabû Besime Konca.

    Dadgeha Herêmî ya Dîlokê, serlêdana parêzeran ya derbarê neqebûlkirina biryarê de nirxand û biryara dadgeha berê pejirand. Herwiha daxwaza berdana Konca jî hat retkirin.

    Parlamentera HDPê ya Sêrtê Besime Konca, 13ê Kanûna 2016ê bi biryara Dadgeha Êlihê hatibû girtin. Heman dadgehê 31ê Gulana 2017ê bi tometa propagandaya PKKê kiriye 2 sal û nîv cezaya zîndankirinê dabû Konca.

    Bi heman mijarî:

    HDPê ji bo stranên Kurdî yên bi Tirkî hatine tomarkirin komîsyona lêkolînê xwest
    Hevserokê HDPê Demirtaş bi nameyekê bersiv da Serokomar Erdogan
    HDPÊ pirsa Şêx Seîd û hevalên wî ji Serokwezîrê Tirkîyê kir
    Hevseroka HDPê derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de daxuyanî da
    Etîketan:
    erê, ceza, Besime Konca, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de