08:39 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Dadgehê cezayê girtîgehê yê Demirtaş betal kir

    © AFP 2017/ OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 16920

    Dadgeha Erzeromê biryara dadgeha Bazidê ya Agirîyê ya Asliye Cezayê 2yemîn ku 5 meh cezayê girtîgehê ji ber axaftina Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş a Newrozê lê birîbû, betal kir.

    Sergey Lavrov
    © Sputnik/ Alexei Danichev
    Demirtaş di ahenga Newrozê ya 19ê Adara 2016an de di axaftina xwe de gotinên, ‘terora hikûmetê' bikar anî bû û ji ber var gotinan jî Dadgeha Bazidê bi sedema ku ‘Miletê tirk, komar û parlamena Tirkiyê biçûk xistiye' 5 meh cezayê girtîgehê lê birîbû.

    Dadwerê Dadgeha Bazidê ku biryara cezayê Demirtaş dabû, bi hinceta FETO/PDYê ji karê xwe hat dûrxistin û parêzerê Demirtaş, Mahsunî Karaman jî ji bo betalkirina ceza îtiraz li Dadgeha Edliya Herêmî kir.

    Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Erzeromê, biryara 5 meh cezayê girtîgehê ya Dadgeha Bazidê ji ber kêmhiştina lêpirsînê betal kir.

    DEMIRTAŞ BI 9 DOZÊN DIN JÎ TÊ DADGEHKIRIN

    Dadgehê herwiha di biryara xwe de bi bîr xist ku ji Selahattîn Demirtaş re ji ber îdiayên wekî wan, li Amed, Enqere, Mersîn, Mêrdîn û Stenbolê 9 dozên cuda hatine vekirin.

    Piştî vê biryara Dadgeha Edlîyeya Herêmî ya xerakirina hikmê cezayê ku bigihe ber destê Dadgeha Asliyeyê ya Bazidê, dê Demirtaş ji heman dosyeyê ji nû ve were dadgehkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Em piştgiriya Esad nakin
    Nûçegihanê RTê li Iraqê hat desteserkirin
    ‘Rûsya, dibe hevdîtinê xwe yên bi Amerîkayê re betal bike'
    Generalê Yemenê: Şerê di navbera welatên ereban de bi kêrê Amerîkayê tê
    Almanya daxwaza mîqtarên rastîn ya pernameya çekên kimyewî ji Şamê kir
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de