09:06 18 Cotmeh 2017
Zindî
    al-kurd-ala kurda

    Dadgehê sirûda netewî ‘Ey Reqîb' weke sûc nîşan da

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 34201

    Dadgeha Amedê di biryara di derheqê Niviskarê kurd Hasip Yanliç de hînkirina sirûda netewî ya kurd "Ey Reqîb' weke sûc nîşanda û kir hinceta girtinê.

    Dadgehê sirûda ku berîya PKKê 40 sal berê hatîye nivîsandin weke ‘qaşo sirûda rêxistinê' bi nav kir.

    Endamê PENa kurd û Komeleya Nivîskarên kurd Hasip Yanliç û Rojnameger Mehmet Çakmakçi di 4ê Tirmehê de li Amedê hatibûn desteserkirin û doh di seatên êvarîde bi biryara dadgehê hatin girtin. Yanliç û Çakmak bi hinceta Akademiya Siyasetê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ku hatiye girtin de xebitîne û bi îdiaya "Endamtîya rêxistinê hatin girtin.

    Biryara dadgehê ya di derbarê niviskar Yanliç de sirûda netewî ya kurd "Ey Reqîb' weke sirûda PKKê nişanda û ev jî bû sedema girtinê. Dadgehê di heman biryarê wiha got "Her çiqas gumanbar Hasip Yanliç sûcê xwe qebul neke jî di hevdîtina telefonê de gotîye wê hînî qaşo sirûda rêxistinê ey bike…"

    SIRÛDA ‘EY REQIB' 40 SAL BERIYA AVAKIRINA PKKê HATİYE NIVİSANDIN

    Gotinên sirûda netewî "Ey Reqîb" bi xwe helbesteke ji helbestên helbestvanê kurd Yûnis Reof Dildar ve di sala 1938an de li girtîgehê hatîye nivîsandin. Dildar di xortaniya xwe de sala 1948an jiyana xwe ji dest dide. Her wiha sirûd berîya PKKê 40 sal bere hatîye nivîsandin. Tê gotin ku Nûrî Sedîq Şawîş awaza vê helbestê daniye û wek cara yekemîn di cejna Newrozê de li Bexdaya paytexta Iraqê hatiye pêşkêşkirin. Komara Mahabadê ya Kurdistanê ya ku di sala 1946an de hat damezirandin ev sirûd wek sirûda netewî ji komarê û gelê kurd bi tevayî pejirand. Di sala 1992an de li Hewlêrê divekirina parlamantoya Herema Kurdistanê de ev sirûd weke sirûda netewî hatîye xwendin.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Vîdyoya NATOyê dilê mirov dixelîne
    Xanima bi çenteyê sor ku Pûtîn derî lê vekir kî ye?
    DAIŞ bû 2 perçe û yek ji wan li bajarê Telaferê serxwebûna xwe ragihand
    Etîketan:
    sirûd, sûc, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de