08:37 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Ji Wezareta Dadê bilançoya 15ê Tîrmehê: 50 hezar û 510 kes hatin girtin

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bilançoya 15ê Tîrmehê eşkere kir. Li gorî wezaretê heta niha 50 hezar û 510 kes hatine girtin.

    Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bilançoya 15ê Tîrmehê eşkere kir. Li gorî wezaretê heta niha 50 hezar û 510 kes hatine girtin û derheqê 169 hezar û 13 kesan de jî lêpirsîn hatiye vekirin.

    Li gorî wezaretê 169 jê general, 7 hezar û 98 albay û serbaz, 8 hezar û 815 karmendên ewlehiyê, 24 walî, 73 cîgirê walî, 116 qeymeqam û 31 hezar û 784 kesên din bi tevahî 50 hezar û 510 kes hatine girtin. Bi tevahî derheqê 169 hezar û 13 kesan de jî lêpirsîn hat vekirin.

    Li daxuyaniyê 3 hezar û 46 leşker, 5 hezar û 24 polîs, 9 walî, 27 cîgirê, 73 qeymeqam 3u 39 hezar û 41 kesên din bi tevahî 48 hezar û 439 kes di çarçoveya lêpirsînê de bi biryara Kontrola Edlî serbest hatin berdan. Wekî din 10 hezar û 33 kes li dozgeriyê û 33 hezar û 371 kes jî ji aliyê hêzên ewlehî ve serbest hatin berdan.

    152 jê leşker, 392 polîs, 3 cîgirên walî, 9 qeymeqam û 7 hezar û 266 kesên din din jî di nav de bi tevahî derheqê 8 hezar û 87 kesî de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Demirtaş bi fermana Wezareta Dadê ya 'nepen' hat girtin
    HDPê ji bo girêvên birçîbûnê serî li Parlamentoya Tirkiyeyê û Wezareta Dadê da
    Wezareta Dadê destûr neda ji bo hevdîtina Demirtaşî û heyeta navnetewî
    Wezareta Dadê derbarê rewşa Ahmet Turk de daxuyanî da
    Wezareta Dadê wê di 5 salan de 174 girtîgehên nû çêbike
    Etîketan:
    Bîlançoya girtiyên 15ê Tîrmehê, Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de