22:12 24 Îlon 2017
Zindî
    Şewat

    Li Kilîsê agir girte konteynera leşkeran û paşî depoya cebilxaneyan teqiya

    © REUTERS/ Patrick T Fallon
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Li Kilîsê agir girte konteynera leşkerên tirk û paşî depoya cebilxaneyan teqiya. Wesayîtên agirkuj ji boa gir bitefînin çûne cihê bûyerê.

    Li gor daxuyaniya Waliyê Kilîsê di rêya sereke ya 15emîn kîlometreya navbera bajarên Kilîs û Dîlokê li nêzîkî Herêma Pîşesaziyê ji ber sedemeke ne diyar agir bi konteynerên leşkeran ket. Piştî ku agir bi konteyneran girt depoyên cebilxane yên leşkeran jî teqiyan.

    Ji ber bûyerê rêya sereke ya navbera bajarên Kilîs û Dîlokê hate girtin, gelek ambulans, tîmên rizgarkirin û agirkujiyê çûne cihê bûyerê.

    Li gor çavkaniyên herêmî ji ber teqînan tîmên agirkuj nikarin nêzîkî agir bibin.

    10 leşkerên artêşa Tirkiyeyê ji ber dumana şewatê bi jahrê ketin û ew rakirin Nexweşxaneya Dewleta Kilîsê.

    Bi heman mijarî:

    Li Babê şer: 15 leşkerên birîndar anîn Kilîsê
    Leşkerên tirk ên li Babê birîndar bûne anîn Kilîsê
    10 birîndarên Artêşa Azad sewqê Kilîsê hatin kirin
    Bo sînorê Kilîsê sewqîyata leşkerî hat kirin
    9 Sûriyeyiyên di şerê navbera ASA û DAIŞê de birîndar bûn, rakirin Kilîsê
    Etîketan:
    Li konteynera leşkeran şewat, Kilîs, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de