00:51 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li 29 bajarên Tirkiyeyê operasyon: 233 kes hatin binçavkirin

    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 63 0 0

    Midûriyeta Giştiya Ewlehî ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di operasyonên 29 bajaran de 233 gumanbarên DAIŞî hatine binçavkirin.

    Midûriyeta Giştiya Ewlehî ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên ewlehî di operasyona hemdemî ya 29 bajaran ku li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê li dar xistin de 233 gumanbar girtin binçavan. Ji wan 25 jê biyanî bûn û piştî kare wan ê fermî ji bo dersînorkirinê teslîmî Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberî kirin.

    Duhî berê sibêhê li navçeya Meram a Konyayê hêzên ewlehî bi ser hicreyeke rêxistrina terorîst a DAIŞê de girtibûn. Di serdegirtinê de di navbera DAIŞî û polîsan de şer û pevçûn derketibû û di encamê de 5 endamên DAIŞî hatibûn kuştin û 4 polîs jî birîndar bibûn.

    Herwiha di lêgerîna hicre û ser endamên DAIŞê de 5 AK-47 tifing, demançeyek, 4 kîlo madeyên teqemenî û gelek cebilxaneyên aîdî çekan hatibû desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê li 32 navçeyan operasyon: 57 kes hatin binçavkirin
    Li Bedlîsê operasyon: 11 siyasedmedarên kurd hatin desteserkirin
    ‘Tirkiye li Efrînê bi Rûsyayê re li hev bike guhdariya Amerîkayê nake û dê operasyon bibe'
    Wezîrê tirk: Dê operasyon zêde bibin
    Polîsên Parisê li nêzîkê Qesra Elysse operasyon dan destpêkirin
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Midûriyeta Giştiya Ewlehî ya Tirkiyeyê, Konya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de