21:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    TBMM

    HDPê ji bo stranên Kurdî yên bi Tirkî hatine tomarkirin komîsyona lêkolînê xwest

    © Sputnik/ Yurdagül Şimşek
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 5150

    Parlamentarê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Lezgîn Botan, ji bo stranên Kurdî yên ku bi Tirkî hatine tomarkirin û wek stranên Tirkî têne nîşandan, pêşniyar qanûna lêkolînê pêşkeşî Seroktîya Parlamena Tirkiyê kir.

    Di pêşniyar qanûna HDPê de ji Parlamena Tirkiyê daxwaz hat kirin, komîsyoneke lêkolînê ya stranên Kurdî yên ku heta niha bi Tirkî hatine tomarkirin were avakirin.

    Parlamentarê HDPê di pêşniyar qanûnê de bal kişand ser ku ji destpêka damezirandina Komara Tirkiyê heta niha bi polîtîkayên hatine meşandin daneheva çand, kelepor û zimanên zikmakî hatiye armanckirin.

    Di pêşniyar qanûna ku ji bo bersivdanê ji seroktîya parlamenê re hatiye pêşkeşkirin de, bi mînakan stran û melodîyên Kurdî yên bi Tirkî hatine tomarkirin û wek milkê zimanê Tirkî hatine nîşandan, hatin dayîn.

    BI DEHAN STRANÊN KURDÎ BI TIRKÎ HATINE TOMARKIRIN

    Çend mînakên hatine wan stranên ku hunermendan bi Tirkî tomar kirine wiha ne: Îbrahim Tatlıses ‘Bir Mumdur İki Mumdur', Îzzet Altınmeşe ‘Oy Fadike' strana Mahsun Kırmizigul ya ‘Hepimiz Kardeşiz'.

    Li gor pêşniyar qanûna Lezgîn Botan ji salên 1960î heta niha bi dehan stran û kilamên Kurdî ji aliyê bi dehan stranbêjên tirk ve bi Tirkî hatine tomar kirin û ti çavkanîya wan a Kurdî jî nehatîye nîşandan.

    Bo nimûne, strana ‘Ankara'nın Taşına Bak' a di salên 1970yan hatiye tomarkirin, siruda hunermendê Kurd Hesen Zîrek a ‘Ey Niştîman' e ku li dema Komara Kurd a Mehabadê hatiye nivîsandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Kremlînê hişyariyeke din da Amerîkayê: Em nikarin bêtirî tolerans bidin nîşandan
    Neteweyên Yekbûyî hejmara sivîlên ku li Reqayê asê mane radihand
    Kovara Akademiya Cengê ya Amerîkayê li ser berga xwe wêneyê Ocalan bikar anî
    Tillerson piştî serdana xwe yê Qeterê çû Erebistana Siûdî
    Li Reqayê şer girantir bû: 17 mîlîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de