21:51 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Rayedarê MSDê Rêzan Hiddo

    Rêzan Hiddo: Tirkiye li dora Efrînê baregehên leşkerî ava kirine

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4901

    Rêvebirê Meclisa Sûriyeya Demokratîk a ku PYD jî girêdayî wê ye Rêzan Hiddo di axaftina xwe de ragihand ku Tirkiye li dora Efrînê baregehên leşkerî ava kirine.

    Hikmet Durgun

    Rêvebirê Meclisa Sûriyeya Demokratîk a ku PYD jî girêdayî wê ye Rêzan Hiddo di hevpeyvîna xwe ya ajnasa Spûtnîkê de got: Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, Tirkiye di van çend rojên borî de li Mare, Ezaz û Telcirina nêzî Efrînê baregehên leşkerî ava kirine. Xuyaye ev baregeh ji bo operasyona Efrînê ye, çimkî çekên giran li wir bi cih kirin. Li herêma Daret Ezza, Selman, Etma û Idlîbê leşker bi cih kirin."

    Rêzan Hiddo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wekî tê zanîn artêşa Tirkiyeyê berê li herêma El Bab, Cerablus, Soran û li Aktarînê baregên leşkerî ava kiribû û niha jî hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê her diçe zêde dike. Artêş bi topên Obus herêma Şehba û Efrînê bombebaran dike û bi van êrişa dixwaze têxe dorpêça xwe."

    Bakarê Efrînê li bakurê bajarê Heleba Sûriyeyê dikeve û ji sala 2013an ve jî rêvebiriya wê di destê PYDê de ye. Li Efrînê piraniya wan niştecihên kurd zêdetirî milyon însan dijî.

    Bi heman mijarî:

    Di topbarana artêşa Tirkiyeyê ya ser Efrînê de 5 welatî hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
    Hevserokê Kantona Efrînê: Em ê bersiva êrişan bidin
    Ji Amerîkayê daxuyanîya Efrînê bo Tirkiyê: Mafê we heye, lê pêşî Reqa
    ‘Tirkiye li Efrînê bi Rûsyayê re li hev bike guhdariya Amerîkayê nake û dê operasyon bibe'
    Ji wezîrê tirk daxuyaniya Efrînê: Tirkiyeyê wê tiştê pêwist bike
    Etîketan:
    Rêvebirê Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Artêşa Tirkiyeyê, PYD, Rêzan Hiddo, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de