09:45 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Sertaç Bucak

    Li Tirkiyeyê partîyeke din bi navê Kurdistan tê damezrandin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 56720

    Li Tirkiyê partîyek nû ya kurd tê damezrandin. Navê wê Partîya Demokrata Kurdistan (PDK) ye û di xêza PDK ya Herema Kurdistanê deye. Di nava damezrinerên partiyê de sîyasetmedarê kurd Sertaç Bucak û Nizamettîn Taş ê ku di rêveberiyê PKKê de cîh digirt û di serê sala 2000an de ji PKKê veqetîya û Partîya Welatparêzên Demokrat (PWD) ava kir jî heye.

    Li Tirkiyê partîyek nû ya kurd bi navê Partîya Demokrata Kurdistan (PDK) tê damezrandin. Partî 7 meh berê dest bi xebatên damezrandinê kir û tê gotin ku dê di xêza PDK ya Herema Kurdistanê deye. Ev partî weke domandina rêxistina PDK ya ku di sala 1965an de li Amedê hatibu damezrandin tê dîtin. Di nava partiye de gelek sîyasetmedarên kurd heye û yek ji wan jî Sertaç Bucak e. Bucak ji ajansa Spûtnik Kurdistan re axivî û anî ziman ku ji bo çareserkirina mijara kurd derketine rê. Bucak têkiliyên bi PDK ya Herema Kurdistanê re wiha anî ziman: "Em ji hela sîyasî ve pir nêzi hevin lê di partiyên cûda ne. Di hela fikir de nêzikatiyên me hene. Nav û fikir dişibin hev. Li qadên du cûda ne. Bi hemû partiyên kurd re têkiliyên me hene. Em aligirê hevkarîya partiyên kurd in. Têkiliyên me yê sîyasî bi hemû KDPyan re heye lê, bi hevre dibin alîkar lê ev hemû di hela fikir deye.

    ‘EM DI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DE TUNDIYÊ RED DIKIN'

    Bucak têkildarî mijara kurd de jî wiha axivî: "Em di çareserkirina pirsgirêka kurd de tundiyê red dikin. Armanca me kurd xwe bi xwe rêve bivin. Em partîyek demokratikin. Di hêla çepgir an jî rastgir de em ne partîyek ideolojîkin. Deriyê me ji herkesi re vekirî ye. Em bi taybetî navê Kurdistan bikartînin. Ne tene kurd netew û olên cûda jî hene. Em pirsgirêkên wan jî hembêz dikin. Ji ber ku pirsgirêka kurd mijarek netewî ye em partîyek netewî ne. Em dixwazin kur dli ser axa xwe xwe bi xwe rêvebivin. Me mafê tayînkirina qedere gele kurd xist nava bernameya xwe."

    PDK di serî de dê li 25 bajarên kurd xwe bi rêxistin bike. Hedefa dawîn jî destxistina şaradariyên bajarên kurda ye. Nizamettîn Taş yê ku di rêveberiyê PKKê de cîh digirt û di serê sala 2000an de ji PKKê veqetîya û Partîya Welatparêzên Demokrat (PWD) ava kir jî di nava damezrinerên PDK deye. Serdana damezrandina PDK îro dê were kirin. Her wiha ev dîrok di heman deme de dîroka damezrandina PDK ya ku di sala 11ê Tîrmeha 1965an hat damezrandin e.

    Bi heman mijarî:

    Bucak ji Spûtnîkê re: Nûçeyên kongreya PDK Bakur dûrî rastiyê ne
    Sertaç Bucak: ''Şerê li nav bajarên kurdan plana dewleta tirk e''
    Sertaç Bucak: ‘Ew ciwanên ku şer dikin welatperwer in; lê...’
    Sertaç Bucak: Ocalan jî xendeqan napejirîne..
    Etîketan:
    Li Tirkiyeyê bi navê Kurdistanê partiyek nû t3e damezrandin, Partîya Demokrata Kurdistan (PDK), Sertaç Bucak, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de