07:54 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Jinên amedî yên debaran xwe bi çêkirina kultikan dikin

    5 jinên kedkar û karekî cûda!

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 183 0 0

    Li Amedê 5 jinên kurd ji bo debara xwe bikin ji xwe re qadek bazirganiyê vekirin û di vê qadê de bi kutilkên ku li malê çêdikin debare xwe dikin.

    Jina ji Amedê destpêkirin û aniha kutilka dişinin gelek bajarên weke Bûrsa, Stenbol, Enqere û Îzmirê. Ji bo ku bişînin welatên Ewropayê jî di nava hewldanê de ne.

    Li Amedê jina bi navê Gulten Arslan Ekinci ya 53 salî ji bo alikarîya malbata xwe bike li malê dest bi çêkirina kutilka kir. Ekinci kutilkên ku çêkir li Amedê difrot aşxaneyan û debara xwe pê anî. Ekinci ji bo kare xwe mezin bike ket nava hewldanê û di demek kurt de gîhişt armanca xwe û kutilkên ku çêdike şand aşxaneyên bajarên weke Bûrsa, Stenbol, Enqere û Îzmîr. Piştî kar mezin Ekincî 4 jin xist kar û ew jî bi vî karî debara xwe dikin. Ekincî bi her 4 jinan re xanî kirê kirin û kutilkan div î xaniyî de çêdikin û bi kargo dişinin bajarên di. Di hindîrê xaniyê ku kirê kirine alavên weke alavê febrikeyê cîh digire û karen xwe bi pêşxistine. Her 4 jin dibêjin ku armanca wan kutilkên ku çêdikin bişînin welatên Ewropa jî û ji bo vê armancê jî hevditinên wan berdewam dike.

    ‘KESî BAWER NEKIR LÊ EM BI SERKETIN'

    Xwediyê kar Gulten Ekinci ji ajansa Sputnîk Kurdistan re axivî û destpêka kare xwe wiha vegot: "Dema mi li malê kutilik çêdikir heval û ciranên mi pir di ecibandin. Ev ecibandin fikrek wiha anî bîrami. Mi bi hinek firmeyan re li hevkir û wiha mi destpêkir. Dawîn de bi bajarên di re ez ketim nava têkiliyê û me bi wan re jî li hevkir. Roja hezar kutilkan çêdikin û bi kargo dişinin van bajaran. Li gorî pêwistîya wan hejmar car caran zêde dibe. 4 xebatkarê mi heye û ew jî bi saya vî karî debara mala xwe dikin. Li Amedê karek wiha tune, ev hewldanek yekeme. Kesekî ji me bawer nekir lê em bi serketin."

    Bi heman mijarî:

    Dêra Surp Sarkîs a Amedê bi rûxandinê re rû bi rû ye
    Nivîskarê kurd Yanliç li Amedê hat binçavkirin
    Dêra Surp Sarkîs a Amedê bi rûxandinê re rû bi rû ye
    Li Amedê 3 karsazên kurd hatin girtin
    Navnîşana hênikbûna zarokên Amedê: Anzele
    Etîketan:
    Jinên kedkar ên amedî, Gulten Arslan Ekinci, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de