17:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Fethullah Gulen

    Fethullah Gulen: Gul û Davutoglu hatin serdana min

    © REUTERS/ CHARLES MOSTOLLER
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 81 0 0

    Serokê FETO/PDYê Fethullah di hevpeyvîna xwe ya radyoyê NPR ê alman de ragihand ku Abdullah Gul û Ahmet Davutoglu serdana min kirin.

    Serokê FETO/PDYê Fethullah berî salvegera hewldana derbeya leşkerî ya 15ê T3irmehê hevpeyvînek da radyoyê NPR ê alman. Gulen got: "Bi hezaran însan ji bo serdana min hatin vir. Di nava wan ziyaretvanan de zêdetirî 50 parlamenterî Serokomarê 11emîn ê Tirkiyeyê ku Abdullah Gul û serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu jî hebûn. Gelek însan min nas dikin û têne dîtina min."

    ‘LI TIRKIYEYÊ BI MILYONAN DESTGIRÊN MIN HENE'

    Fethullah Gulen di hevpeyvîna xwe de ragihand ku li Tirkiyeyê bi milyonan destgir û hezkiriyên wî hene. Gulen dîsa berpirsyariya hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê red kir.

    Gulen di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "Li gorî Erdogan heke min biqedîne wê bikaribe hemû tevgerê bifelişîne, lê nizane ku ev tevger bi hezkirin û dilsoziyeke xurt bi Xweda ve girêdayiye. Piştî min dîsa însanên tevgerê wê kare xwe yên baş bidomînin."

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu bersiv da Bahçeli: Diyare bê Gulen sipasiya kê kiriye
    ‘Hikumet bi derxistina hemwelatîtiyê pêşiya darizandina Gulen digre'
    Gulen: Erdogan bila pêşî dev ji zilm û zordariyê berde
    ‘Gulen direve Brezîlya an jî Arjantînê'
    Dilipak: CIAyê xwest ez jî alîkariya Gulen bikim û me hevdîtin kir
    ‘Amerîkayê qelpaxê dosyeya Gulen jî venekiriye'
    Etîketan:
    Serokê FETO/PDYê, Ahmet Davutoglu, Abdullah Gul, Fethullah Gulen, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de