17:49 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Polîsên Tirkiyê Operasyon

    Li Konyayê di navbera polîs û endamên DAIŞê de pevçûn: 5 kuştî û 3 birîndar

    © REUTERS/ Stoyan Nenov/Files
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 110 0 0

    Li Konyayê di operasyona serdegirtina hicreya DAIŞê de pevçûn derket, di pevçûnê de 5 terorîst hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.

    Tîmên Şaxa Tekoşîna Dijterorê yên Midûriyeta Ewlehî ya Konyayê li hemberî endamên rêxistina terorîst a DAIŞê ku amadehiya çalakiyan dikirin li taxa Yorganci ya navçeya Merama Konyayê operasyonek li dar xist.

    Di operasyonê de tîmên taybet jî cih girt û bi ser 10 navnîşanan de girtin. Di avahiyeke ku tê gotin hicreya rêxistina terorîst a DAIŞê ye de şer û pevçûn derket. Di pevçûnê de 5 terorîst hatin kuştin û 3 polîsên Midûriyeta Ewlehî ya Konyayê jî birîndar bûn.

    Bi ihtîmala ku dibe terorîstên din jî hebin operasyon dewam dike û li herêma ku şer derket hemû kolan ji çûnûhatinê re hatin girtin. Polîs di çarçoveya bergiriyên ewlehiyê de pêşî li welatî û rojnamevanan girtiye ji bo ku nêzîkî hicreya DAIŞê nebin.

    Bi heman mijarî:

    Li Konyayê 15 gumanbarên DAIŞî serbest hatin berdan
    Li Konyayê li taxa biyaniyan operasyon: 260 kes hatin binçavkirin
    Li Konyayê xaniyê malbateke penaber a Sûrî hilweşiya
    Li Konyayê 6 endamên DAIŞê hatin girtin
    Li Konyayê banê mizgeftê hilweşiya: 5 kes birîndar bûn
    Etîketan:
    5 kuştî û 3 birîndar, Tîmên Şaxa Tekoşîna Dijterorê yên Midûriyeta Ewlehî ya Konyayê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Konya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de