09:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    Di topbarana artêşa Tirkiyeyê ya ser Efrînê de 5 welatî hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn

    © Foto: Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 6802

    Di encama êrişên artêşa Tirkiyê yên li ser herêma Efrîn û Şehbayê de 5 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan. Gelek ziyanên aborî jî di encama topbaranê de çêbûye.

    Li gorî nûçeya K24ê, Omerê 12 salî lingê xwe di vê nexweşxanê de winda kir. Gunehê Omer zarokbûn û ku ji xelkê gundewarê Şehba bû û hetanî bû qurbaniya topabarana artêşa Tirkiyeyê. Omer diyar dike ku ew û malbata xwe gava ku di nav zeviyên xwe de pale dikirin, rokêtek li wan ket, bavê wî canê xwe jidest da û ew û malbata xwe jî birîndar bûn.

    Heta niha di topbarana artêşa Tirkiyeyê ya bi ser herêma Efrîn û Şehbayê de 5 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û 15 welatiyên sivîl jî birîndar bûn. Li gor Rêvebariya Nexweşxaneya Avrînê ku hin ji wan rewşa wan ya tenduristî di metrisiyê de ne.
    Artêşa Tirkiyeyê ji 6ê Tîrmehê ve bi aweyekî tund dest bi topabarana Efrînê dike û gefan lê dixwe ku ew derbasî herêmê bibe.

    Bi heman mijarî:

    Hevserokê Kantona Efrînê: Em ê bersiva êrişan bidin
    Ji Amerîkayê daxuyanîya Efrînê bo Tirkiyê: Mafê we heye, lê pêşî Reqa
    ‘Tirkiye li Efrînê bi Rûsyayê re li hev bike guhdariya Amerîkayê nake û dê operasyon bibe'
    Ji wezîrê tirk daxuyaniya Efrînê: Tirkiyeyê wê tiştê pêwist bike
    ‘Artêşa Tirkiyeyê bi çar aliyan ve dikeve Efrînê'
    Etîketan:
    Herêma Şehba û Efrînê, Artêşa Tirkiyeyê, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de