07:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Altan Tan

    Altan Tan: Parlamentarên AKPê beşdarî cenazeyê PKKyîyan bûn

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 13410

    Parlamentarê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Altan Tan di parastina xwe ya dadgehê ya ku 5 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin de, li ser îdianemaya derheqê wî de hatiye amadekirin bersiv da.

    Altan Tan li ser beşdarbûna xwe ya merasîma cenazeyê PKKyîyan got: "Bi hezaran kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Heta parlamentarên AKPê jî beşdar bûne."

    Altan Tan di rûniştina Dadgeha Cezayê Giran a 3yemîn a li Amedê, li ser beşdarbûna merasîma cenazeyê PKKyîyekî di sala 2011an de ku bi hinceta ‘Propagandaya terorê' ceza jê re tê xwestin wiha axivî:

    'MIN DI JIYANA XWE DE QET PROPAGANDAYA RÊXISTINÊ NEKIRIYE'

    "Di zabitnameyên dadgehê de, tê gotin ku min diaya taziyê xwendiye û çalakî dane rawestandin û girse belav kiriye. Li gor wê tarîxê bi hezaran kes beşdarî merasîma cenaze bûne. Heta parlamentarên AKPê jî beşdar bûne. Ti eleqeya vê bi propagandaya rêxistinê nîne. Min di jiyana xwe de, qet propagandaya rêxistinê nekiriye. Min banga aramîyê li girseyê kir û xwest her kes aram be."

    'DI SIYASETA KURD DE LI DIJÎ TUNDIYÊ DERKETIM'

    Altan Tan bal kişand ser ku ew siyaseta hikûmetê ya li hember kurdan şaş dibîne û got: "Di ti serdemekê de pêwendiya min bi ti rêxistinekê re çênebûye. Min ti caran piştgirî nedaye rêxistinên çekdar. Çawa ku li dijî kiryarên derqanûnî û çetewarî yên dewletê ku car caran pêk hatine derketime, bi heman awayî di siyaseta Kurd de jî li dijî tundiyê derketim."

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê bi moşekên Toçka-Uyê tetbîqat pêk anî
    Barzanî li Parlamena Ewropayê axivî û ji bo hemû pêkhateyan soz da
    Rojnameya holandî: MÎTê li Laheyê li hemberî kurdan ‘lîsteya mirinê' amade kiriye
    Amerîka peymana têkoşîna li dijî terorîzmê bi Qeterê re mor kir
    Di encama lêdana brûskê de şivanek û hezar û 500 pez mirin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de