09:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Leyla Zana

    Leyla Zana di rûniştina pêşî ya dadgehê de beraet kir

    © AFP 2017/ arşiv
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Parlamentera HDPê ya Agiriyê Leyla Zana di rûniştina doza ku ji 3 sucên cuda bi daxwaza 21 sal cexzayê hepsê dihat darezandin beraet kir.

    Parlamentera HDPê ya Agiriyê Leyla Zana di rûniştina pêşî ya Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn ji doza ku ji 3 sucên cuda bi daxwaza 21 sal cexzayê hepsê dihat darezandin beraet kir.

    Digel ku dozgerê komarî di mutela eslî de cezayê hepse ji Leyla Zana re xwest, lê heyeta dadgehê ji bo ku dêlîlên berbiçav û esah nedîtin ji hemû sucên ku doz lê hatibûn vekirin beraet kir. Li şûna Zana parêzerê wê tevlî rûniştinê bû.

    Parêzerê Leyla Zana Îbrahîm Çeliker li dadgehê di mudafa muwekila xwe de ragihand ku ti gotineke me ji bo mutalayê tuneye û em dixwazin dozgerê dadgehê biryara xwe ya mutaleyê bide.

    Herwiha dadgehê ji sucên ‘endamtiya rêxistina terorîst', ‘pesindayina suc û sucdar' û ‘tevlîbûna çalakiya dijî qanûnê' ji bo ku dêlîlên berbiçav tunene biryara beraetê da Leyla Zana.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo 20 sal cezayê hepsê doz li Leyla Zana hat vekirin
    Leyla Zana hat berdan
    Mehdî Zana serdana PDK-Îyê kir
    Mesûd Barzanî û Mehdî Zana hevdîtin pêk anîtin
    Leyla Zana: ‘Ez ji bo mercê Erdogan sonda xwe dubare nakim'
    Etîketan:
    Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn a Amedê, Parlamentera HDPê ya Agiriyê, Leyla Zana, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de