08:29 26 Îlon 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Baydemir bertek da Erdogan: Hedê xwe bizane

    © Foto: Cesim İlhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 6030

    Berdevkê HDPê Osman Baydemir nerazîbûneke tund nîşanî Erdogan ku ji Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş re gotibû terorîst da û got: "Hedê xwe bizanibe!"

    Berdevkê HDPê Osman Baydemir bertek nîşanî gotina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a ji bo Demirtaş gotibû "Ew terorîst e" da û got: "Gotina terorîst a ji bo vîna 6.5 milyon mirovan, nezanîna hedê xwe ye. Hat îspatkirin ku Erdogan fermanê dide darazê."

    ‘EM DIZANIN LI PIŞT VÊ KOMKUJIYÊ HÊZA SIYASÎ HEYE'

    Baydemir, civîna çapameniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. Baydemir bertekên tund nîşanî Erdogan da û got ew bi hedê xwe nizane. Baydemir, berî her tiştî kuştina Vedat Aydin bi bîr xist û diyar kir ku wî li dijî rojên tarî bi cesaret li ber xwe Hebûna HDPê û meşa 6 milyon mirovan a li HDPê encama têkoşîna Vedat Aydin e û di derbarê komkujiya li Enqereyê de axivî û wiha pê de çû: "Em carek din kesên li Enqereyê hatin kuştin bi bîr tînin. Em dizanin li pişt vê komkujiyê hêza siyasî heye. Em ê ji bo wan jî têbikoşin." Baydemir, têkildarî çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça jî anî ziman ku bi awayekî neheq nanê wan û keda wan ji destê wan hatiye girtin û wê ji bo wan jî têbikoşin."

    'HIQÛQ KETIYE BIN FERMANA DESTHILATDARIYA SIYASÎ'

    Baydemir bertek nîşanî gotina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî da û wiha got: "Gotina li dijî Hevserokê me Selahattin Demirtaş a "terorîst" êrîşa vîna 6 milyon mirovan e. Erdogan bi sifata Serokê AKPê li Hambûrgê êrîşî Demirtaş kiriye. Em van gotinê wî du qat îadeyî wî dikin. Sûcdarkirina vîna 6,5 milyon mirovan wekî "Terorîst" tê wateya nezanîna hedê xwe ye. Ev di heman demê de hikumkirina darazê ye. Ger ku îro Selahattin Demirtaş girtî be, nîşan dide ku hiqûq bûye tîr û kevanê partiyek siyasî. Demirtaş 8 meh in dîl hatiye girtin. Dadgehên Enqereyê 8 meh in dixwaze dosyayên Amedê û Kobanê bikin yek. Pir zelal eşkere bû ku Demirtaş, bi fermana Erdogan hatiye girtin. Erdogan bi xwe fermanê dide darazê. Em dibînin ku hiqûq ketiye bin fermana desthilatdariya siyasî."

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Ev bêdadî dê rojek li we vegere
    Baydemir: Demirtaş bi fermana Wezareta Dadê ya 'nepen' hat girtin
    Ji Baydemir şîroveya ‘Meşa Edaletê': Ev encama wêrekiya Demirtaş e
    Osman Baydemir: Dê me jî biavêjin zindanê
    Etîketan:
    hed, bertek, HDP, Selahattin Demirtaş, Recep Tayyip Erdogan, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de